Êrîşa çeteyan a li gundê Mihsenlî hate şikestin
Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir çeteyan hewl dane têkevin gundê Mihsenlî yê Minbîcê û hêzên wan ev êrîş şikandine.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir çeteyan hewl dane têkevin gundê Mihsenlî yê Minbîcê û hêzên wan ev êrîş şikandine.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şervanên meclisê bersiv da hewldana komeke çeteyê "Mertala Firatê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker. Van çeteyan xwestin têkevin gundê Mihsenlî yê bakurê Minbîcê.
Piştî şerekî demkurt û di encama berxwedana şervanan de, êrîşa çeteyan hate şikestin.