Li navçeya Sirînê ya Kobanê salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin

Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li navçeya Sirînê ya Kobanê hat pîrozkirin.

Li navçeya Sirînê ya Kobanê bi pêşengtiya Partiya Sûriyeya Pêşeroj, Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava, bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Saziyên sivîl û leşkerî û gelên navçeya Sirînê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê Pêşeroj Neda Cabir axivî û wiha got: "Gelek şoreş hatin kirin, lê ya herî bi bandor şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Ji ber ku Şoreşa Rojava di nava xwe de hemû pêkhateyan dihewîne û li ser fikra Neteweya Demokratîk hatiye avakirin. Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê.”

 Her wiha piştre Rêveberê navçeya Şirîn Welîd El Kûse axivî û got: “Şoreşa Rojava 10 sal li dû xwe hişt. Li ser vê şoreşê gelek gef hatin xwarin lê, çawa ku terora mezin DAÎŞ’ê bi saya girêdana gelan hat tunekirin, wê wisa agirê19’ê Tirmehê jî her dem gur û geş be.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.