Dewleta Tirk a dagirker gundekî Minbîcê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundekî li bakurê Minbîcê bombe kir û xisar gihişt malan.
Dewleta Tirk a dagirker gundekî li bakurê Minbîcê bombe kir û xisar gihişt malan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê derbarê êrîşan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Bomberdûman duh şev saet di 19.10’an de dest pê kir û heta 07.30 domiya. Li gorî bîlançoya pêşîn 9 top nêzî malên gundiyan ketiye û xisar gihiştiye malan.”
Meclîsa Leşkerî diyar kir ku dewleta Tirk li hemberî şêniyên li gundên nêzî eniyên şer in, sûcan dike.