Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 saliya Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çoş hate pîrozkirin.
Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çoş hate pîrozkirin.
Li bajarê Kobanê, Qamişlo û Şamê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava bi şahiyên girseyî hate pîrozkirin.
KOBANÊ
Bi hezaran saziyên Sivîl û leşkerî ji bo pîrozkirina salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava berê xwe dan navenda bajarê Kobanê û li qada şehîd Egîd şahiyek li dar xistin. Şahî bi dirûşmeya “Bi Deh saliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya Demokratîk ava bikin” hat lidarxistin. Piştre jî ji bo bîranîna hemû şehîdên Tevgera Azadiyê rêz hat girtin. Bi hezar gelên herêma Firatê jî ji bo pîrozkirina salvegera Şoreşa Rojava tev li şahiyê bûn.
Di şahiyê de Hevserokê Rêveberiya Xweser Mihemed Şahîn têkildarî axivî û got: “Em salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. 19’ê Tîrmehê roja azadî û berxwedaniyê ye û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin. Bi ruhê 19’ê Tîrmehê em ê destkeftiyên bi hezaran şehîdan biparêzin û em ê planên faşîzmê têk bibin. Bi saya netewa demokratîk û yekîtiya gelan em ê bibin gava yekem û desthilatdariya bi hezaran salan hilweşînin. Çawa ku faşîzma Baasê li vir têk çû wê faşîzm jî têk biçe û bişkê. Em ê her li destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Em ê têkoşîna xwe ji bo azadî û rizgarkirina Rêberê xwe bilind bikin.”
Endama Konseya Rêveberiyê ya PYD’ê Foze Yûsif jî axivî û got: “Em vê rojê li Rêber Apo, şervanên azadiyê û her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Şoreşa 19’ Tîrmehê li hemberî koletiyê, azadî, li hemberî desthilatdariyê serhildan û xwişk û biratiya gelan da avakirin. Ji bo jiyaneke bi rûmet me ev dîrok ji nûve nivîsand. Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa tevahî gelane; Ereb, Kurd, Çerkes, Aşûr, Ermen û hemû gelê Mezopotamyayê ye.”
Hevserokê Meclîsa Leşkerî Mehmûd Qeremox jî axivî û got: “Şoreşa Rojava şoreşa ku li hemberî desthilatdariyê ye. Ji ber vê yekê 19’ê Tîrmehê bû mîlada Rojhilata navîn. Çawa ku me 19 Tîrmehê heta roja me ya îro parast, em ê heta dawiyê biparêzin. Ev welat bi xwîna 12 hezar şehîdan hatiye avdan. Em ê heta azadiyê li hemberî faşîzmê bisekinin.”
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El Menş jî axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Kurdan e, şoreşa tevahî pêkhateyên gelan e û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê bi şervanên azadiyê û gelê xwe re bin.
Piştre koma TEV-ÇAND, Hîlala Zêrîn û Gelek hûnermendên ku ji Cizîrê hatin, stranên şoreşgerî gotin û Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
QAMÎŞLO
Li bajarê Qamîlo jî salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava bi şahiyek girseyî hate pîrozkirin. Şahî li qada Stara Şehîdên 12`ê Adarê bi dirûşmeya "Di salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" hate lidarxistin.
Bi hezeran pêkhateyên herêma Cizîrê ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi cilên xwe yên folklorî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li qada şahiyê bi ala TEV-DEM, PYD, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî hatibûn daleqandin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
HELEB
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dirûşmeya "Bi ruhê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" meş û şahî hate lidarxistin. Meş ji pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de ala TEV-DEM, Kongra Star, YPJ û YPG`ê hatin hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ û YPG`ê hatin berzkirin.
Meş li Qada Şehîdan veguherî şahiyê. Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, alên TEV-DEM, YPJ û YPG`ê hatî xemilandin. Di şahiyê de endama Meclîsa Giştî ya PYD`ê Emîn Beyrem salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan, hemû şehîdan û şervanên YPJ û YPG`ê pîroz kir û got: ''Bi saya berdêlên şehîdan û fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan di nava 10 salan de hatine bidestxistin, kir."
Piştî axaftinan hunermendên herêmî derketin li ser dikê û bi stranên girse coşandin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.