YPG/YPJ: Em ê şoreşê biparêzin û mayinde bikin
Fermandariyên Giştî yên YPG û YPJ'ê bi daxuyaniyan salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin û destnîşan kirin ku ji bo parastina gel û şoreşê ew ê şoreşê mezin û mayinde bikin.
Fermandariyên Giştî yên YPG û YPJ'ê bi daxuyaniyan salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin û destnîşan kirin ku ji bo parastina gel û şoreşê ew ê şoreşê mezin û mayinde bikin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 10’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyên nivîskî weşandin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê 10’emîn salvegera Şoreşa Azadiyê ya 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê, li gelên herêmê, şervanan û li tevahî mirovahiyê pîroz kir û got, “Şoreşa Azadiyê ya Rojava li ser hîmên paradigmaya Rêber Apo û bi keda bi hezaran şehîdan û dildarên wê 10 salên xwe bi gelek dersên dîrok dihewîne temam kir. Di ti şoreşan de nehat dîtin ku wek şoreşa Rojava di 10 salên xwe yên destpêkê de ewqas bi zor û zehmetiyê re rû bi rû bimîne. Ji ber vê yekê şoreşa me ji vê hêlê ve mînakeke yekane ye. Her çi qas kêm û kurtiyên xwe di pratîkê de hebin jî li hember her cûre êrîşên dijber li ber xwe da û paradîgmaya azadiyê di her qadê de xiste meriyetê.
Şoreşa Rojava ji texmînan wêdetir xwe gihand mirovatiyê û bi karakterê xwe yê enternasyonalîst di salê xwe yên dest pêkê de ev pêk hat û qezenç kir. Bi taybetî şerê me yê li dijî DAÎŞ'ê ku bi berxwedana Kobanê gihişt lutkeyê, çar aliyên cîhanê bandor kir û ji her welatên cîhanê bi sedan ciwanên azadîxwaz û têkoşer tevlî nav refên YPG/YPJ'ê bûn. Bêguman ne tenê ji aliyê leşkerî ve bi bandor bûn, di esas de modernîteya kapîtalîst a ku civakan û bi taybet ciwanan ji hev parçe dike û belav dike dîtin ku rêya çareseriyê û ketina rêya herî rast di nav şoreşa Rojava de cihgirtinê ye. Ji wan bi dehan enternasyonalîstan di demên cûda de di şerê me yê li dijî dagirkeran de şehîd ketin. Em wan şehîdên xwe bi vê wesîleyê ve cardin bi bîr tînin.”
‘ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE’
Fermandariyê di dewama daxuyaniyê de anî ziman ku li tevahiya cîhanê şoreşa Rojava wek şoreşa jinê tê pênasekirin û wiha hat gotin, “Ji ber ku jin di her qadên jiyanê de her tim bi hişmendiya serdest a zilam de paş hatin hiştin û rengê wan ne diyar bû. Bi fikr û felsefeya Rêber APO xwe pêçandin û bûn pêşengên Şoreşa Rojava. Di her qadên jiyanê de û leşkeriyê de rengê xwe diyar kirin. Bi avakirina hêza jinê ya leşkerî û avakirina pergala demokratîk a Rêveberiya Xweser bi rola esasî tevgeriyan. Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xeta ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê perwerde kirin. Gelek pirsgirêkên civakî ku hîn di rojeva cîhanê de ne û negihîştinê encamekê, bi Şoreşa Rojava ve bi pêşengtiya jinan, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine çareserkirin û ev yek jî ji bo hemû cîhanê bûye alternatîfek.
‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ EM Ê DESTKETIYÊN XWE BIPARÊZIN’
Ruxmî van pêşketinên 10 salên zor û zehmetiyên a Şoreşa Rojava li pêşeroja me hîn gelek pirsgirêkên ku bên çareserkirin hene. Ji destpêka şoreşa me ve destkeftiyên me bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker û hêzên ku naxwazin li herêmê me jiyaneke aram bê avakirin. Gelên herêmê ku ji Kurd, Ereb, Sûryan, Aşûr, Ermen, Tirkmen û ji gelek baweriyan pêk tê ji bo ku deskeftiyên xwe û pergala demokratîk a gelan ava kiriye biparêzin û herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de ne rizgar bikin, di nav berxwedanek bêhempa de ne. Em li vir careke din dubare dikin ku soza serkeftina azadiyê ku me daye gelên xwe em ê teqez pêk bînin û hêviya mirovahiyê ji Şoreşa Rojava mayînde bikin.
Em careke din 10 saliya Şoreşa Rojava li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Em bi vê hêvî û baweriyê ne ku, bi têkoşîna me ya bi salane ku di pêş me de ye, em bi gelên xwe ve hîn gelek serkeftinan pîroz bikin û destkeftiyên xwe mezin bikin.”
‘19’Ê TÎRMEHÊ LI DIJÎ DAGIRKERÎ, MÊTÎNGERÎ, BÊEDALETÎ Û NEWEKHEVIYÊ QÎRÎNA JINÊ YE’
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, gaziyan, berxwedêrên zîndanan, malbatên şehîdan û li gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û wiha dewam kir, “19’ê Tîrmehê di sedsala 21’emîn de li hemberî dagirkerî, mêtîngerî, bêedaletî û newekheviyê qîrîna jin, ciwan û tevahiya civakê ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku xwe dispêre dîroka berxwedêr a gelê Kurd îfadeya îdîa û biryardariya azadiya gelan e. Ev şoreşa ku jinan pêşengtiya wê kirin li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke nû afirand.
‘AFRÎNERÊ JIYANA KOMÎNAL Û DEMOKRATÎK RÊBER APO YE’
Serhildanên gelê Kurd ên ku bi sed salan nîvço mabûn êdî rêya serketinê di ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo de dîtin û bi bîr û baweriya fikrê neteweya demokratîk û ji Kobanê heta Efrîn, Dêrik û Qamişlo ala serxwebûnê hate bilindkirin û di nava 10 salan de ruxmê hemû êrîşên siyasî, leşkerî û aborî li ber xwe da û xurt bû. Şoreşa dîrokî ya 19’ê Tîrmehê berhema Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Rêber Apo bi ked û têkoşîneke bêhempa gelê Rojavayê Kurdistanê rêxistin kir û îro jî ev keda ku hate dayîn xwe bi pergala Rêveberiya Xweser xwe bi ceste kiriye. Afirînerê jiyana komînal û demokratik Rêber Apo hêz û baweriya jiyaneke azad ji bo tevahî cîhanê careke din şîn kir.”
Fermandariya YPJ’ê da zanîn ku têkoşîn û berxwedana jinan li hemberî desthildariyên heyî di hemû şoreşan de ciheke girîng girtiye û wiha berdewam kir, “Ji şehîdên me yên destpêkê Silava, Bêrîvan, Rûksen, Jînda, Ozgur heya dayîkên me yên fedakar Yadê Gulê, Yadê Eqîde, jinên têkoşer Hebûn, Zehra, Amîna, Hind û Saada dîsa şehîdên Enternasyonal Lêgerîn (Alina Sanchez), Hêlîn (Anna Campbell), Avaşîn (İvana Hoffman), Sarya Bulut, Ceren Guneş jinên ku di vê şoreşê de berdêl dan û canê xwe feda kirin. Bê guman ev şoreş bi keda van jinan û bi keda gelê me pêk hat. Dîsa kedeke mezin a heval Hevrîn û heval Ferhat divê şoreşê de heye ku hemû temenê xwe de ji bo şoreşê kar kirin, şoreş mezin kirin û şoreş gihaşte 10 saliya xwe.
BANGA XWEDÎDERKETINÊ HAT KIRIN
Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em ji hemû gelê pêkhateyên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî re dibêjin çawa jin û gelê me destpêka şoreşê de ked dan, divê îro jî weke pêngava me ya şoreşê a duyemîn ku em dibêjin pêngava înşa û parastina şoreşê, hemû pêkhate xwedî şoreşa xwe derbikevin, dibe ku roja îro girêdayî rewşa aborî hinek şert û mercên zehmet, her wiha pirsgirêkên civakî hebin, lê her roj êrîşên qirkirinê li ser herêmê tê meşandin û dixwazin şoreşa me ji holê rabikin. Ji ber vê yekê di pêvajoyeke wisa de em hemû pirsgirêkên xwe bidin milekê û divê hemû gelê me yê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen derdora şoreşa xwe bibin yek, li hember êrîşên dagirkeriyê nan û ava xwe amade bikin û xwe di derên bin erd de bi cih bikin, alîkariya şervanên xwe bikin û xwe jî ji şer re amade bikin. Çawa ku dema ev çirûska şoreşê ji aliyê gelê herêmê ve hate pêşxistin hemû gelê azadîxwaz lê xwedî derket, pêwîste îro jî li hemberî her cûre gefên dagirkeriyê xwedî lê vê şoreşê derbikevin. Xwedî derkertina Şoreşa 19’ê Tîrmehê erkeke mirovbûnê ye. Ji bo vê yekê jî me çawa bi gelê xwe re mil bi mil ev şoreş ava kir pêwîste ji vir û şûnda jî em ji bo parastina destkeftiyên şoreşê ji vê zêdetir kar û xebat bidine meşandin. Di van rojên ku careke din gefên dagirkeriyê ji aliyê faşîzma Erdogan ve li ser herêmên me tenê kirin de, bila hemû raya giştî û cîhan bizanibe em ê bi gelê xwe re berdêla wê çi dibe bila bibe axa xwe biparêzin.
Weke YPJ’ê hem li hemberî feraseta cînsiyetperest a civakî hem jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê têkoşîna ku hate dayîn di asta çawanî de ji civakên azadîxwaz re bû remzeke dîrokî. Weke hêzên YPJ’ê me çawa ji pêkanîna şoreşê heya tarîtiya çeteyên DAIŞ ku bibû xewna bi tirs a mirovahiyê şer kir, em ê îro jî li hember hemû êrîşên li ser şoreşa xwe tê bikoşin li ber xwe bidin. Ev şoreş berhema kedeke ku li ser ruyê cîhanê tu emsalê wê nîne ve pêk hat, em jî hevrê û şopdarên ewên ku şoreş ava kirin in, ku niha xwedî erka xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê dikin. Ji ber wê jî çawa ku me bihust bi bihust li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî çeper girt şoreş ava kir em ê ji bo parastina jin, gel û şoreşa xwe bi heman rihê ber xwe bidin, şoreşa xwe mezin bikin û serbixînin."