Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El Zahêr şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe yê li Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe yê li Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku endamekî hêzên wan ê li Dêrezorê di 17’ê Tîrmehê de dema erka xwe ya parastinê pêk dianî şehîd bûye.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Ehmed El-Zahêr
Navê bav: Husên
Navê dayîkê: Semer El-Xelef
Cih û dîroka tevlêbûnê: El-Bisêra, 22-10-2018
Cih û dîroka şehadetê: El-Hicne, 17-7-2022
Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest û got: “Em bejna xwe li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi nirx ditewînin ku ji bo parastina malbat û gelê xwe canê xwe feda kirine. Em diyar dikin heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bê, em li ser rêya şehadetê ne.”