QSD: Tirkiye dixwaze çeteyan bişîne Başûrê Kurdistanê
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze çeteyên girêdayî xwe bişîne Başûrê Kurdistanê û Yemenê.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze çeteyên girêdayî xwe bişîne Başûrê Kurdistanê û Yemenê.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate gotin: "MÎT’a Tirk komên çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê yên girêdayî dewleta Tirk, careke din bi leşkerkirinê erkdar kirin da ku xwe ji bo erkeke leşkerî li derveyî xaka Sûriyeyê amade bikin."
Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk a dagirker navê wê erkê kiriye "Erka 3’yemîn". Ev hejmar rêza erkên derve yên ku çeteyan li gorî perspektîfên MÎT’ê beşdar bûne, nîşan dide. "Erka 1’emîn" li Lîbyayê bû û "Erka 2’emîn" jî şerê li Azerbaycanê bû.
Di berdewama daxuyaniya QSD’ê de hate gotin: "Li gorî peymanên hatine nivîsandin, Navenda Ragihandinê ya QSD’ê kopiyek bi dest xist. Di belgeyê de tê diyarkirin ku her çeteyekî Sûriyeyê di nava ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê’ de “Erka 3’yemîn’ werdigire û li hemberî wê jî wê mehane 2 hezar û 500 dolar wergire û dema birîndar bibe an jî were kuştin ew ê pereyekî din jî bidin."
QSD’ê di dewama daxuyaniya xwe de got: “Li gorî çavkaniyekî xwedî agahî, MÎT’ê û serçeteyên komên terorîst di ‘Erka 3’yemîn’ de du rê li pêşiya çeteyan danîne. Beşek ji wan wê ber bi Yemenê ve biçin ku erkên veşartî yên MÎT’ê di 2020’an de organîze kiriye, temam bikin ku li gorî wê 150 çeteyên Sûriyeyê şandibûn wî welatî. Beşeke din jî ew ê ber bi herêma Başûrê Kurdistanê ve werin şandin ku tevî artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîlayên PKK’ê şer bikin."
QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tê payîn ew çete li baregehên li bajarê Kîlîsê werin perwerdekirin ku bi rastî jî beşek ji çeteyên Ehrar El-Şerqiyê, Sultan Mûrad û Suleyman Şah gihiştin wir. Tê diyarkirin serçeteyên Cebhe El-Şamiyê qebûl nekiriye ku çeteyan bişîne erkeke nû.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî 3 salan ji tevlêbûna ji şerê Lîbyayê re û şerê li dijî Ermenistanê, MÎT’ê erkdarkirina çeteyên Sûriyeyê bi dawî nekir û ji bo berdewamkirina şerên muhtemel ên li derve, wan bi kar tîne."