ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li dijî Şêrawa êrîşa dagirkirinê - HATE NÛKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên hewanê êrîşî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kir. Di encama êrîşê de du xwişk birîndar bûn. -
Di êrîşa dewleta Tirk de 2 welatî şehîd bûn
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de, di nava 3 rojên dawiyê de 2 welatî şehîd bûn û 4 welatî jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk bi obusan li gundên Şera, Şehba û Şerawayê dide -HATE NÛKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi obusan li gundên Tatmeraş, Şewarxa, Tinib û Îrşadiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê didin. -
Cenazeyê Şehîd Mizgîn Kobanê hate veşartin
Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Mizgîn Kobanê ya ku di encama êrîşa balafira bêmirova û biçek a dewleta Tirk de şehîd bû, li Kobanê bi merasîmekî girseyî hate veşartin. -
Kongra Star: Kesên xwe firotine Erdogan me temsîl nakin
Kongra Star anî ziman ku kesên xwe firotine Erdogan jinên Êzidî temsîl nakin û got: “ Kesa ku îro piştgiriya dijmin dike û êrîşên wan rewa dibîne, miroveke ku em jê guman dikin ku ji aliyê Erdogan ve hatiye kirîn.“ -
Dewleta Tirk Eyn Îsayê topbaran dike: Welatiyek şehîd û 3 birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê gundê Hoşan a girêdayî Eyn Îsayê topbaran dikin. Di encama bombebaranan de welatiyek şehîd û 3 welatî jî birîndar bûn. -
Li Efrîn 5 kes hatin revandin, darên zeytûnan hatin talankirin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Efrînê 5 kesên din revand, herî kêm 110 darên zeytûnê birîn. -
Dewleta Tirk di mehekê de 532 top û fuze avêtin Minbicê û 3 kes qetil kir
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandind ku dewleta Tirk a dagirker di nava meha Hezîranê de 532 top, obus û fuze avêtine herêma Minbicê û 2 jê zarok 3 kes qetil kir. -
Dewleta Tirk du kes revand û ji malbatên wan fîdye xwest
Dewleta Tirk a dagiker li navçeya Mabata ya Efrînê 2 kesên din jî revand û ji malbatên wan fîdye xwest. -
QSD: Hevrêyê me Rênas Oramarî ji ber nexweşiyê şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Rênas Oramarî 2'ê Tîrmehê ji ber nexweşiyê şehîd bû. -
Li Kobanê 39 hezar ton genim li embaran hatin bi cih kirin
Li Kantona Kobanê heya niha 39 hezar ton genim di embaran de hatine bicihkirin. -
Li Kobanê perwerdeya ji bo mamosteyan
Mamosteyên Akedemiya Viyan Amara diyar kirin ku ew ji bo paşerojeke azad xwe perwerde dikin û gotin, “Pêşketina civakê bi asta zanistiyê ve girêda ye.” -
Dagirkeran li Şêrawayê 2 kes revandin
Çeteyên 'polîsên leşkerî' yên dewleta Tirk a dagirker li Şêrawayê 2 kes revandin. -
Dr. Koçer: Hêza QSD'ê gel e
Endamê Fermandariya Herêma Firatê ya QSD'ê Dr. Huseyîn Koçer işaret bi piştgiriya gelê Ereb kir û got, "Hêza me ji gelên herêmê ye. Ji bilî vê, hêzeke din nîne ku em pişta xwe dispêrê." -
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Şehbayê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşê gundên Şehbayê dike. -
‘Bila qada hewayî ji dewleta Tirk re bê girtin’
Bi dehan partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir û got: “Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş balafirên Tirkiyê bigire.“ -
QSD: Di êrîşa li Reqayê de Mizgîn Kobanê şehîd bû
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de ji fermandarên QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bûye. -
Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên dawiya salê destpê kirin
Xwendekarên li Zanîngeha Kobanê dixwînin, dest bi ezmûnên xwe yên werza dawî ya salê kirin. -
'Li dijî her cure êrîşan em ê bi hevgirtin û rêxistiniya gel tevbigerin'
Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê dimeşîne û got ku ew ê weke Rêveberiya Xweser li dijî her cure êrîşan bi hevgirtin û rêxistinbûna gel tevbigerin. -
Dewleta Tirk bombe li Minbic, Til Rifet û Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker serê sibehê bombe li Minbic, Til Rifet û Şehbayê barand. -
'Ji bo veşartina sûcên xwe her tim êrîşî Rojava dike'
Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Muşîra Minla Reşîd îşaret bi êrîşên dewleta Tirk kir û got; “Bêdengiyeke navneteweyî jî li hemberî vî şerî heye, ev jî dide diyarkirin ku ew jî bi dewleta Tirk re ne." -
Vegotina Nûjiyan erk û berpirsyarî bû
Hevrêya Nûjiyan Erhan, Jînda Asmen ku belgesel li ser wê çêkir, wiha axivî "Her tişt weke berpirsyariyekê û dewama hevaltiyê qewimî." -
Xelîl: NATO'yê ji bo êrîşên dagirkeriyê lampeya kesk vêxistiye
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl anî ziman ku biryara NATO'yê parçeyek ji konsepta nû ya li dijî Kurdan e û got, "29'ê Hezîranê û Swêd tesadûfî nînin. Ji bo êrîşeke dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê lampeya kesk vêxistin." -
Dewleta Tirk li Minbicê ciwanek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mezret El Cerad a Minbicê, ciwanê bi navê Mihemed Xalid El Mihemed (23) ê ku di nava zeviyê de dixebitî, qetil kir. -
HRE: Li Bab û Ezazê 3 çete hatin kuştin
Di encama çalakiyên HRE'yê ên li herêmên Bab û Ezazê de 3 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Her wiha du wesayîtê dagirkeran hatin rûxandin.