Emîne Osê: Em ê şoreşê biparêzin

Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê destnîşan kir ku ji bo parastina destketiyên Şoreşa Rojava wê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê bi wesîleya salvegera 10'an a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê ji ANF'ê re axivî.

Emîne Osê bi bîr xist ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê li herêmên Kurdan destpê kir, piştre ji bo herêmên din ên hatine rizgarkirin karibin xwe bi rê ve bibin, rêxistinî hatin kirin û got, "Rêveberiya Xweser li Kobanê destpê kir, li Cizîr û Efrînê bi pêş ve çû û heta gihîşt Girê Spî, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê. Her ku ronahiya şoreşê mezin û berfireh bû, ev yek weke xetereyeke mezin hate dîtin û bi vî rengî êrîş zêde bûn."

Emîne Osê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker di salên 2018-2019'an de êrîşî herêmên wan kir û wiha dewam kir, "Li dijî van êrîşên dagirkeriyê gel bi rengekî bi rûmet li ber xwe da. Ev berxwedana bi rûmet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hate dayin. Lê belê hem hêzên navneteweyî li hemberî van êrîşan bêhelwest man, hem jî gelê me wê demê ji bo rabûna li ber êrîşên bi vî rengî xwedî tecrûbeyeke mezin nebû. Vê yekê bibêjim; êrîş ne tenê ev bûn. Ev yek êrîşeke leşkerî bû û herêm hate dagirkirin. Li gel vê yekê bi zextên siyasî ji bo krîza aborî li herêmê rû bide û nerazîbûna gel çêbibe, çi ji destê wan hate, kirin. Sînor girtin, deriyên bazirganiyê girtin, ambargoyên aborî danîn. Ev hemû hewldanên ji bo serîrakirina li dijî Rêveberiya Xweser bûn. Her wiha bi rêya çeteyan xwestin aramiya li herêmê têk bibin û nîşan bidin ku gel nikare xwe bi rê ve bibe, nikare îdare bike. Dewleta Tirk timî bi hewldanên siyasî, dîplomatîk û hemû hewldanan re hewl da li pêşiya statuya Rojava bibe asteng. Ji aliyê siyasî, dîplomatîk, leşkerî û civakî ve bi her awayî êrîş li dijî me hatin kirin."

Emîne Osê destnîşan kir ku li gel zext û êrîşên dagirkeriyê jî di nava 10 salan de her wiha şoreş di nava şoreşê de hate kirin û got, "Ev rewşeke ji rêzê nebû. Guhertin û veguhertineke mayinde di nava şoreşê de hate kirin. Di nava vê yekê de hin beş hebûn ku mafên xwe, azadiya xwe di nava civakê de dixwestin. Beşa sereke jî jin bûn. Jinan xwe çawa bi rêxistin kirin, çawa bi pêş ve birin, li her qada civakê çawa bi cih bûn, bi roleke çawa rabûn. Ji aliyê leşkerî, siyasî, dîplomatîk heta bi tenduristî û perwerdeyê. Li van hemû qadan kesî ti carî rol nedabûn jinan. Ev qad her tim weke yên mêran dihatin nirxandin. Lewma pêşketina herî mezin a di nava Şoreşa Rojava de pêk hat, şoreşa jinê ye. Jinan roj bi roj hîn bêhtir di nava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe bi rêxistin kirin. Her wiha cihê xwe di nava sîstema hevserokatiyê de girtin û di biryarên siyasî, leşkerî û civakî de bûn xwedî gotin û biryarê. Ev hemû destketiyên şoreşê ne. Bêguman hem li nava civakê hem jî ji bo jinan şoreş, guherîn û veguherîn dewam dike."

Li ser gef û êrîşên heyî yên li dijî herêmê Emîne Osê ev nirxandin kir: "Her ku şoreşa bi 19'ê Tîrmehê re destpê kir ji aliyê şoreşa jinê û şoreşa çandê ve bi pêş ket, ev yek ji bo sîstemên yekperest weke gefê hate dîtin. Destpêkirin û berfirehbûna vê sîstemê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn weke dawiya sîstema xwe dîtin û ji ber vê yekê 10 sal in êrîş li ser Rojava nesekinîne. Ji bo vê sîstemê tasfiye bikin hemû derfetên xwe seferber kirin. Erdogan ji bo vê sîstemê tasfiye bike kêliyekê jî nasekine. Ji bo tasfiyekirina Şoreşa Rojava 24 saetan ji xwe re şirîkan digere. Bi taybetî vê dema dawiyê hebûna xwe di nava tasfiyekirina Rêveberiya Xweser de dibînin. Em gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cidî dibînin. Erdogan ne tenê gefan dixwe, di heman demê de ji aliyê dîplomatîk ve her tim bazariyê dike û bi rêya vê bazariyê jî li hevkaran ji bo dagirkeriyê digere. Hesabê wê yekê dike ku bi vî rengî di dema pêş de karibe pêşî li nerazîbûnê li hemberî xwe bigire.

Rêveberiya Xweser 10 salan rêxistinkirina gel, bersivdana li pêwîstiyan û parastin weke wezîfeyê dît û bi vî rengî kar kir. Niha jî li hemberî gefên têne kirin, parastina gel ji xwe re weke wezîfeyeke mezin dibîne. Erdogan paşeroj û hebûna xwe bi van êrîşan ve girê daye. Hesabê wê yekê dike ku tenê bi vî rengî dikare raya giştî ya Tirk qanih bike û di hilbijartinên 2013'an de bi ser bikeve."

Li ser Rewşa Awarte ya li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye ragihandin jî Emîne Osê got, "Ev biryar amadebûna gel a li hemberî her îhtimalê ye. Êdî em bi ti awayî xwe venakişînin. Divê weke şerê berê neyê dîtin. Tecrûbeya Efrînê ya 2018 û tecrûbeya Girê Spî û Serêkaniyê ya 2019'an hene. Ji bo li dijî her cûre êrîşan ji aliyê civakî, siyasî û leşkerî ve xwe amade bikin û bersiveke pêwîst bidin, em bûn xwedî tecrûbeyeke mezin. Ne cara yekê ye ku êrîş li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Zane ku divê xwe amade bike.

Dewleta Tirk wê êdî ne tenê li dijî QSD'ê şer bike. Dewleta Tirk wê vê carê berxwedana mezin a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî xwe bibîne. Bêguman em ne alîgirê şer in, ji bo nebe jî em hewl didin. Lê belê eger êrîş bû, hingî ne tenê bi hêza leşkerî, di heman demê de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi temamî di nava berxwedanê de be."