Jiyaneke ku bi berxwedanê hate hûnandin: Lîlav Jînda

Lîlav Jînda di 19'ê Îlonê de li Metînayê şehîd ket. Bavê wê ahmet Ozkan got, "Da dû armanca xwe. Me zanî bû ku wê agahiya li ser şehadeta wê rojekê bê. Em pê serbilind in û em ê li ser şopa wê bin."

Yek ji gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ber xwe dan Lîlav Jînda (Lîloz Ozkan) rêwîtiya xwe ya mezin a şoreşê ya li Qamişloyê da destpêkirin, li Metînayê bi şehadetê tacîdar kir.

Lîlav Jînda li Qamişloyê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû ku malbata wê piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Rojava bû, PKK nas kir, bi hemû derfetên xwe piştgirî da têkoşînê û tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Lîlav bi bandora Serhildana Qamişloyê ya sala 2004'an rûyê rast ê qirêj ê dijmin nas kir. Dest bi lêpirsîna wê yekê kir ku çima zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Lîlav ku nikaribî bû bi zimanê xwe bixwîne û biaxive, li gel hezkirina li welêt her wiha hêrsa xwe ya li dijî dijmin jî zêde kir.

BANDORA ŞEHÎD HEBÎB Û RODÎ

Xizmên wê Hebîb û Rodî di dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava de li dijî çeteyên dagirker şer kirin. Piştî ku herdu xizmên wê şehîd bûn, hêrsa Lîlav a li hemberî dagirkeran mezintir bû. Ji bo tola şehîdan hilîne biryar da ku hîn bêhtir têbikoşe. Lîlav di 22'ê Adara 2017'an de tevlî nava refên PKK'ê bû.

Li Heftanînê tevlî berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dewlet aTirk a dagirker bû, piştre derbasî Metînayê bû. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de li hemberî artêşa Tirk a dagirker li refên herî pêş bi lehengî şer kir û 19'ê Îlona 2022'an şehîd bû.

DAYIK Û BAVÊ WÊ QALÊ KIRIN

Hevjîn Ehmed Ozkan û Cîhan Îbrahîm qala keça xwe Lîlav kirin. Bavê wê Ehmed Ozkan (50) anî ziman ku Lîlav zaroka wan a destpêkê bû û got, "Roja ku ji dayik bû zarokeke gelekî bi tevger bû. Di pêçekê de jî nedisekinî, me digot wê rabe ser xwe û rûnê. Ji ber ku zaroka me ya destpêkê bû gelekî hêja bû. Ji cem me qet nediçû. Coş û morala wê bi temenê ciwantiyê de jî dewam kir. Yeka zane bû. Dilsoziya wê ya li jiyanê, eşqa wê ya li jiyanê ji herdu zarokên me yên din cudatir bû. Dilsoza malbata xwe bû. Di nava lêgerînên cuda de bû, xwedî kesayeteke welê bû ku pirs dipirsî, di nava nakokiyan de bû. Miroveke xebatkar bû. Wêrek û bêtirs bû. Hîn gelekî biçûk bû ku hînî xwendin, nivîsandinê bû. Gelekî hez ji nivîsandinê dikir."

HELBEST PARVE DIKIR

Bav Ehmed anî ziman ku Lîlav li dibistanê timî yekemîn bû, ji aliyê hevalên xwe ve gelekî dihate hezkirin, bi taybetî ji xwendina helbestan gelekî hez dikir. Bav Ehmed diyar kir ku helbestên bi Erebî û Kurdî yên Lîlav hebûn, yek jê parve kir û got, "Gelek helbestên wê hebûn ku qala zilma rejîma Sûriyeyê ya li ser gel dikir. Ya rast bi helbestên xwe hewl dida nakokiyan vebêje. Bi Şoreşa Rojava re bi helbestên xwe şoreş vedigot."

YEKÎTIYA KURDAN DIXWEST

Bav Ehmed diyaloga bi keça xwe Lîlav re parve kir û got, "Lîlav timî dipirsî ku çima Kurd nabin yek, çima bi xwişk û biratî najîn. Timî digot ku divê Kurd bibin yek. Lîlav armancek danîbû pêşiya xwe û da pey wê armanca xwe. Me zanî bû ku wê rojekê agahiya şehadeta wê bê. Keça me di rêya têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kir. Em pê serbilind in û em ê li ser şopa şehîdên xwe bin."

LI GORÎ TEMENÊ XWE PIRSÊN MEZIN DIKIR

Dayika Şehîd Lîlav Cîhan Îbrahîm (47) diyar kir ku ew bi Lîlav re bû dayik, pê re mîna hevalan bû û got, "Ji ber ku mamoste bûm min ew bi xwe re dibir dibistanê. Hîn biçûkanî hînî xwendin û nivîsandinê bû. Li gorî temenê xwe gelek tişt zû hîn bû û hîn biçûkanî dest bi dibistanê kir. Xwendekareke jêhatî bû. Timî dibû yekemîn. Li gorî temenê xwe pirsên mezin dikir. Mamosteyên wê jî li pêşberî pirsên Lîlav matmayî diman. Dilnizm bû, têgihiştî bû. ji tercîhên xwe yên jiyanê diyar bû. Mijar çi dibû bila bibe dema ku fêhm nedikir, qebûl nedikir. Ji nîqaşkirinê û fêhmkirinê hez dikir. Lîlav rê nîşanî xwişk û birayên xwe dida."