Li Reqayê 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Li Reqayê bi sedan kes kom bûn û 2 şehîdên QSD’ê veşartin.

Di merasîma şehîd Ela Hisên El Hac û Mistefa Casim El Elî de şêniyên Reqayê, gundwarên wê, fermandarên QSD′ê, gelek rûspî û şêxên eşîrên Reqayê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD′ê Armanc Elî axivî û wiha got: "Em îro 2 şervanên xwe yên leheng ku di oxira ewlehî û aştiyê de canê xwe da, vedişêrin."

Eîl wiha domand: "Ji dema rizgarkirina Reqayê ve me şehîdên xwe ji bîr nekirin û ji bîr nakin jî. Armanca wan ev bû ku ewlehî û îstîqrar pêk bihata. Ji lew re hêzên me bi hemû hêza xwe hewl didin ev armanc pêk were û li dijî hemû komployên derve û yên hundir li ber xwe didin."

Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ji vir, ji vî cihî pîroz dibêjin em amade ne li dijî hemû êrişan li ber xwe bidin. Şerê me yê li dijî DAIŞ’ê nîşaneya vê yekê ye û tecrubeyên me yên dirêj ên şer û berxwedanê hene."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehre El Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.