Kesekî ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bûbû, şehîd bû

Hisên Hesam ê ku di êrîşa balafirê bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker a li ser wesayîtekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de birîndar bûbû, şehîd bû.

Hisên Hesam ê ji gundê Kihêna Dirêj ê herêma Koçerat a Dêrikê, roja 18 'ê Çileyê li nêzî rawestgeha Arî ya li ser rêya Qamişlo-Dêrikê, di êrîşa balafirên keşfê yê bêmirov de ji serê xwe birîndar bûbû.

Hesam ê li Dêrikê dihat dermankirin îro danê sibê şehîd bû.

Ehmed Ebdulxenî Salim ku di heman êrîşê de birîndar bibû jî di 21’ê Çile de şehîd bûbû.