Li dijî tecrîdê name ji saziyên navneteweyî re şandin
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji saziyên navneteweyî re nameyek şandin.
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji saziyên navneteweyî re nameyek şandin.
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY`ê (OHCHR) Volker Tûrk, Sekretera Giştî ya Meclisa Ewropayê Maria Bejenovic Boric û Sekreterê Giştî yê NY`ê Antonio Guterres re nameyek şand.
Hate diyarkirin ku kopiyeke namayê wê radestî Boruya Hiqûqî ya Sedsalê bê kirin û piştre radestî her aliyan bê kirin.
Ev zêdetirî 22 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.