Ciwanên Qamişloyê li dijî tecrîda Îmraliyê rabûn ser pêyan

Bi sedan ciwanên navçeyên Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê yên kantona Qamişloyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daketin qadan.

Hemwextî destpêkirina pêngava berhevkirina îmzeyan ji aliyê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi koordîneya Însyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ciwanên malbatên şehîdan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê yên kantona Qamişlo li navçeya Girkê Legê meşek li dar xist.

Beşdaran li qada Şehîd Xebat a li têketina navçeyê kom bûn, wêneyên Abdullah Ocalan, alên ciwanan û meşale hildan. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” dest bi çalakiya xwe kir.

Ciwan heta sûka navçeyê meşiyan. Li sûkê meş rawestiya û veguherî mîtîngê, di mîtîngê de bi navê ciwanên malbatên şehîdan Sureya El Cerbû axivî û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê kir.

Sureya wiha domand: “Hemû pêkhateyên herêmê tecrîda li ser Rêberê gelan û netewa demokratîk red û şermezar dikin. Em bêdeng namînin.”

Sureya destnîşan kir ku dewleta Tirk di şexsê Abdullah Ocalan de gelê herêmê dike hedef û got ew li hember nediyarkirina rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in.

Sureya soza berdewamkirina têkoşînê heta bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da. Sureya bang li rêxistinên têkildar kir ku qanûnên navneteweyî pêk bînin û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere bikin.