Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Şêrhat Efrîn li Goristana Şehîdan a Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya Kantona Şehbayê hat veşartin.
Şehîd Mihemed Seydo (Şêrhat Efrîn) di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de û di roja salvegera 5'emîn a destpêka êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê de şehîd bû. Li goristanê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên kantonê beşdar bûn.
Şênî li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn û piştre berê xwe dan Goristana Şehîdan a Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê. Li wir, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulhenan Mamo sersaxî ji malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan re xwest. Mamo got: "Di salvegera 5'emîn a destpêka êrîşên li dijî Efrînê de, dewleta Tirk a dagirker xwest hovîtiya xwe bi rêya topbarankirina kantona Şehbayê û têkbirina îradeya koçberên Efrînê yên li kantonê, nîşan bide."
Endama Kongra Star Zozan Hec Xelîl wiha axivî: "Gelê me yê li Şehbayê gelekî berxwedêr e û îradeya xwe ji fikrê rêber Abdullah Ocalan werdigire."
Piştre, wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Piştî xwendina wesîqeyê pismamê şehîd Kendal Efrîn bi navê malbata wî wiha axivî: “Divê koçberên Efrînê ji siyaset û şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker netirsin, em ê hemû plananên li dijî me têk bibin.”
Kendal Efrîn soza domandina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê da.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeya "Şehîd Namirin" de hat veşartin.
DIRBÊSIYÊ
Şêniyên Dirbêsiyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Subhî Teleb Mihemed ku li navçeya Zirganê şehîd bûbû, li Goristana Şehîdan a Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hat veşartin. Şêniyên Dirbêsiyê li pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê kom bûn û ji wir berê xwe da Goristana Şehîdan a Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeyê.
Li wir, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Foze Yûsif sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku bi saya Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelê herêmê bi aramî dijî. Foze Yûsif di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.
Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Zirganê Sîman Kalo jî axivî û got: “Em sersaxiyê tevahiya gel û malbata şehîd re dixwazin. Em li pêşiya gelê xwe jî soza şopandina şehîdan, pêkanîna armancên wan, parastina destkeftiyên şoreşê û rizgarkirina hemû deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, nû dikin."
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat veşartin.