Li Helebê meşa bi hezaran: Em ê vegerin Efrînê
Li Helebê bi hezaran kes di salvegera 5’êmîn a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de daketin qadan.
Li Helebê bi hezaran kes di salvegera 5’êmîn a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de daketin qadan.
Di salvegera 5ʹemîn a êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û koçberên ji Efrînê yên li Helebê meşek li dar xist. Meş ji pêşiya hola civînan a 8ʹAdarê ya li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.
Di meşê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û yên Şoreşa 19ʹê Tîrmehê û pankartên "Vegera sonda me ye" û "Ji dagirkerî û guhertina demografiyê re na" hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG, YPJ, HREʹyê hatin berzkirin. Meş li çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê rawestiya û axaftin hatin kirin.
Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Nêrgiz Bekir axivî, Efrîn bi dilê Kurdistanê û henaseya berxwedanê wesif kir û anî ziman ku armanca dijmin berxwedana gel lawaz bike û wan koçber bike da ku herêmê dagir bike. Nêrgiz Bekir diyar kir ku gel bi îradeyeke xurt dagirkeriyê red dike û got: "Çeka rizgarkirina Efrînê berdewamiya xeta berxwedan û têkoşînê ye."
‘DIVÊ GEL YEKÎTIYA XWE AVA BIKE‘
Nêrgiz Bekir di dewama axaftina xwe de bal kişand ser giringiya yekitiya gelên Kurdistanê li hemberî dagirkerî, êrîşên qirkirinê û planên komplogeran û got: "Li hemberî êrîşên li ser Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat, li hemberî tecrîda li Îmraliyê divê gel yekitiya xwe ava bike. Tu kes nikare şoreşa me têk bibe. Bi îradeya şervanên xwe em ê bi ser bikevin û em ê gelên ku ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan vexwariye nîşanî cîhanê bidin."
‘EM Ê VEGERIN EFRÎNÊ‘
Endamê Komîteya Meclisa Rûspiyan Şêx Elî El Hesen bal kişand ser berxwedana şêniyên Efrînê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê û got: "Van rojan salvegera 5ʹemîn a êrîşên dagirkirina Efrînê di ser me re derbas dibe. Her ku 18ʹê Çileyê tê bîra me em xemgîn dibin û diêşin. Heman demê ji ber berxwedana 58 rojan a zarokên me, jin û mêrên Efrînê ya li hemberî sêyemîn artêşa NATOʹyê em serbilindahî û serfiraziyê hîs dikin. Ev dide diyarkirin ku yên ku wan rojan li dijî hemû cur çek, balafirên şer û tankan li ber xwe dan, dikarin Efrînê rizgar bikin. Ji vir ji Şêxmeqûsdê em bi Xwediya jor, bi xwîna şehîdan û rondikên zarokên xwe sond dixwin ku em ê vegerin Efrînê."