Ehmed Salîm bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Şêniyên Til Hemîs Ehmed Ebduxenî Salîm ê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû bi merasîmeke girseyî veşart.

Zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî Salim 18ʹê Çileyê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî wesayîtekê de li gundê Maşûq ê li ser rêya Dêrik-Qamişlo bi giranî birîndar bûbû û 21ʹê Çileyê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî bi merasîmek girseyî cenazeyê Ehmed Ebdulxenî Salim li goristana şehîdan a navçeyê veşart.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Emaş El Ebdullah sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Divê dewleta Tirk fêm bike ku, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriyê wê ya li ser xaka xwe qebûl nake û çi bike jî em serî natewînin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Ebawî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Ehmed Ebdulxanî Salim bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û tîlîliyên dayikan hat veşartin.