QSD: Berpirsê şaneyek DAÎŞ'ê û du endamên pê re hatine girtin

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku YAT’ê operasyonek li rojhilatê Dêrazorê li dar xist û di encama operasyonê de berpirsê şaneyek a DAÎŞ’ê û 2 endamên pê re, hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî agahiyek parve kir ku endamên şaneyeke DAÎŞ’ê li Dêrazorê girtine.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye: “Di çarçoveya operasyonên hêzên me de Yekîneyên Antî Terorê (YAT) şemî anku 21`ê Çileyê operasyonek li rojhilatê Dêrazorê li dar xist.”

QSD’ê da zanîn ku operasyon bi beşdariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê li bajarokê El Şihîl ê rojhilatê Dêrazorê pêk hatiye ku piştgiriyê dide terorê, endaman tevlî şaneyê dike, piştgiriya meydanî û lojistîk ji şaneyên DAÎŞ’ê re pêşkêş dike.

QSD’ê destnîşan kir ku operasyon li ser du qonaxan hatiye kirin ku di encamê de berpirsê şaneyê û 2 endamên pê re hatin girtin.

Her wiha hat ragihandin ku YAT’ê dabenceyek, kilêşnîkovek û 4 telefon bi wan re bûn, desteser kirin.