Di êrîşa dewleta Tirk de şervanekî QSD'ê şehîd bû
QSD'ê ragihand ku li herêma Rimêlan di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şervanê wan Rojhat Hesekê şehîd bûye.
QSD'ê ragihand ku li herêma Rimêlan di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şervanê wan Rojhat Hesekê şehîd bûye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dewam dikin û da zanîn ku di 19`ê Çileyê de balafirek bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker nuqteya Têkiliyên Leşkerî ya li bajarokê Rimêlanê ku ji bo koordînekirina hevdîtinên bi Koalîsyona Navneteweyî re dihat bikaranîn, bombebaran kir.
QSD'ê diyar kir, ku di êrîşê de şervanekî wan ê di rêveberiya têkiliyên bi Koalîsyona Navneteweyî de kar dikir, şehîd bû û şervanek jî birîndar bû.
QSD'ê sersaxî da malbatên şehîdan û soza tolhildanê dubare kir.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Navê Tevgerî: Rojhat Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Hacî Mihemed
Navê Bav: Diya
Navê Dayikê: Seîde
Cih û dema şehadetê: Rimêlan, 19 Çile 2023.