Hêzên hikûmeta Şamê kesek revand

Yekîneyên ewlehiya siyasî ya girêdayî hêzên hikûmeta Şamê, Izet Mihemed ê Efrînî bi hinceta ku têkîliya wî saziyên Rêveberiya Xweser re heye, revand.

Ewlehiya siyasî kalmêrê Kurd Izet Mihemed Mihemed (65) revand ku bi navê Izetê Ingilîz tê naskirin û ji gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye.

Dema Izet di 15'ê Çileyê de ber bi kantona Şehbayê ve diçû li ser benda kontrolê ya li ser rêya Heleb-Şehbayê hat revandin.

Li gorî çavkaniyan Izet Ingilîz birine şaxê ewlehiya siyasî ya taxa Silêmaniyê ya Helebê lê çarenûsa wî nayê zanîn.

Hat diyarkirin ku hikumeta Şamê ji bo berdana Mihemed ji malbata wî pere xwestiye.