Dewleta Tirk zarokek qetil kir

Ehmed Ebdulxanî Salim (12) ku 18'ê Çileyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ya li ser rêya Qamişlo-Dêrikê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de ku 18'ê Çileyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê li hemberî wesayitekê kir, zarok Ehmed Ebulxenî Salim (12) ji serê xwe bi giranî birîndar bû bû.

Ehmed Salim li nexweşxaneyeke Qamişloyê dihat tedawîkirin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî doh êvarê jiyana xwe ji dest da.

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li nêzî Rawestgeha Arî ya li xaçerêya gundê Maşûq (7 km dikeve rojhilatê Tirbespiyê) li wesayitekê dabû. Di encamê de kesên di wesayitê de û kesekî din ku li nêzî cihê êrîşê bûn, birîndar bûbûn.