Cenazeyê Şehîd Rojhat hat veşartin
Bi hezaran kesan li Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Rojhat Hesekê yê di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Rimêlan de şehîd bû, veşartî.
Bi hezaran kesan li Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Rojhat Hesekê yê di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Rimêlan de şehîd bû, veşartî.
Di merasîma veşartina cenazeyê şehîd Mihemed Hacî Mihemed (Rojhat Hesekê) de bi hezaran şêniyên Hesekê, endamên saziyên leşkerî û sivîl û malbatên şehîdan amade bûn.
Şervanê Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) Rojhat Hesekê 19’ê Çileyê di encama êrîşa balafireke bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker de li dijî nuqteya Têkiliyên Leşkerî li Rimêlanê, şehîd bibû.
Di merasîma li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê hate lidarxistin de, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad axivî û wiha got: "Em bi şehîd Mihemed û hemû şehîdên ku di oxira vê xakê de canê xwe feda kirine, serbilind in."
Cewad sersaxî ji malbata şehîd û hemû gel re xwest.
Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo jî wiha axivî: "Ev ne şehîdê yekemîn ê malbata Paşo ye. Ev malbat bi welatparêzî, wefedarî, girêdana bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re tê nasîn."
Selmo diyar kir ku şehîd Rojhat kurê yekane yê malbata xwe bû, lê tevî wê jî israr kir ku tevlî QSD′ê bibe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze û wiha got: "Em ê şopandina rêya şehîdan bidomînin."
Her wiha li ser navê malbata şehîd Rojhat, Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Evîn Paşo jî axivî û anî ziman ku bi tevlêbûna xwe car din li nava Meclîsa Malbatên Şehîdan serbilind in.
Evînê wiha domand: "Ji ber ku dijmin rojên xwe yên dawîn dijî, bi hemû rêbazan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."
Evîn wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide vîn, israr û baweriya me bi Rêveberiya Xweser ku bi fedakariyên şehîdan hate damezrandin, bişikîne. Lê tu kes nikare vîna me bişikîne. Bi her şehîdekî/ê re israr û hêza me xurttir dibe."
Evîn Paşo soz da ku ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî dewam bikin û heta pêkanîna serkeftinê ew ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û li ser rêya şehîdan bin.
Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd Rojhat Hesekê xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.