TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyên Şêxmeqsûdê re xwest

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekekê sersaxî ji malbatên kesên li avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmeqsûdê a Helebê jiyana xwe ji dest dane re, xwest.

Di peyamê de wiha hate gotin:

"Em sersaxiyê ji malabatên kesên ku li avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmeqsûdê a Helebê jiyana xwe ji dest dane re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em vê êşê bi malbatên qurbaniyan re parve dikin.

Em spasiya tîmên awarte û rizgarkirinê û tevahî welatiyên taxê dikin ku tevî derfetên kêm ên ji ber dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, birîndar ji bin avahî û kavilan derxistine."