Saziyên Efrînê: Divê CPT li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd daxuyaniyekê bide

Saziyên hiqûqî, sivîl û partiyên siyasî yên herêma Efrînê bang li CPTʹyê kirin û gotin “Divê CPT derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bide.”

Bi dehan endamên saziyên hiqûqî, yekitiyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Efrînê li qada Kampa Serdem a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Cibraîl Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewama Komploya Navneteweyî ye ku ev 24 sal e dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Tecrîd, cezayê dîsîplînê û pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê li dijî tevahî qanûn û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e.

Em bang li CPTʹyê dikin ku divê li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan raporeke zelal biweşîne.”