BI DÎMEN

‘Rojek bû, lê heta dawiya jiyanê nayê jibîrkirin’

Dayika şehîd Mihemed Ziweyde Ferhan Elî kesên ku 27’ê Tîrmehê di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûne bibîr anî û got ku ew her sal mîna vê rojê şehîdên komkujiyê bibîr tînin.

Di sibeha 27'ê Tîrmeha 2016'an de li nêzî mizgefta Qasimo ya taxa Xerbî a bajarê Qamişlo teqînek mezin pêk hatibû. Çeteyên DAÎŞ’ê kamyoneke mezin ku bi mayînan bar kiribûn li nava şêniyên taxê de teqandin. Bi dehan mirovên kal, pîr, ciwan, zarok û jin şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn. Di taxa Xerbî de ew ewlehiya sibê û jiyana gel a xwezayî bû êş û azarek bê dawî ku birîna wê rojê heta dawiya jiyana wan bi wan re be.   Taxa Xerbî yek ji taxên mezin ên bajarê Qamişlo ye, di wê taxê de dîkan û tevgerê gel zêde ye, piştî teqînê bi çenda seatan çeteyên DAÎŞ'ê li ser malperên xwe ên fermî ragihand ku ev teqîn ji aliyê wan ve hatiye kirin.

‘PIRANIYA DEMA XWE LI NAVENDA HÊZÊN ASAYÎŞÊ DERBAS DIKIR’

Dayîka bi navê Ziweyde Ferhan Elî dayîka şehîd Mihemed Mustafa ê ku di teqîna taxa Xerbî de şehîd bû. Ferhan Elî, pêşî kesên ku di encama teqînê de şehîd bûn bi rêzdarî bibîr anî û diyar kir ku kurê wê Mihemed Mustafa yek ji zarokên wê yên herî biçûk bû û got, “Li Başûrê Kurdistanê bû, bi destpêkirina Şoreşa Rojava vegeriya mal û tevlî nava xebatan bû. Mihemed cihê xwe di nava Hêzên Asayîşê de girt. Gelek ji xebatê hezdikir, piraniya dema xwe li navendê derbas dikir.”

‘KURÊ MIN MIHEMED ŞEHÎD BÛ’

Ferhan Elî, behsa roja bûyera teqînê kir û ev tişt gotin, “Sibê saet dora 08:30 bû. Nîv seat mabû ku şehîd Mihemed ji ser erka xwe vegere malê. Min taştê amade dikir, dengê teqînek xurt hat lê me ne dizanî ji kîjan alî hat. Her kes derket kolanê me dît ku ji cihê karê şehîd Mihemed dû mîna ewran bilind bûye. Ji ber ewlehiyê hevalan destûr neda em nêzî cihê bûyerê bibin. Her çavê min li Mihemed û hevrêyên wî digeriya. Piştre derbasî nexweşxanê bûm û li wir hînbûm ku kurê min Mihemed şehîd bûye.”

‘EM Ê VÊ KOMKUJIYÊ JI BÎR NEKIN’

Dayik Ziweyde Ferhan Elî, anî ziman ku di encama teqînê de gelek şêniyên taxê ku di nava wan de zarok, ciwan, jin, mêr û extiyar hebûn şehîd bûn û got ku zerarek mezin bi xwe re anî bû. Ferhan Elî wiha domand, “Piştî ku em ji nexweşxaneyê vegeriyan malê li her kolanekê konek sersaxiyê hebû. Li hemû taxên xerbî konên sersaxîyê hebûn. Hin malbat hebûn hemû di wê teqînê de şehîd bibûn. Mînak malbata Fato hemû şehîd bûn, tenê di kurên wan ne li malê bûn ew sax man. Tiştê ku me nedîtibû me di wê rojê de dît. Ew roj û ev dîrok heta ku em bimirin em ê tu carî ji bîr nekin. Em ê şehîdên xwe jibîr nekin. Her ku rêya me bi cihê teqînê dikeve, ew roj tê ber çavê me. Êşa me nû dibe, şûna zarokê xwe, cîranê xwe û insanê xwe ên di wê teqînê de, tên ber çavê me.”