Li Reqayê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê 6 çeteyên DAÎŞ’ê li Reqayê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Reqayê şaneyeke çeteyên DAÎŞ’ê ku ji 6 çeteyan pêk dihat, girtine.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin "Piştî komkirina agahiyan û diyarkirina cihên ku endamên şaneya DAÎŞ’ê xwe lê vedişartin, hêzên me yên Dezgeha Ewlehiya Giştî roja 24’ê Tîrmehê operasyoneke ewlehiyê ya bi bandor li gundê Kerama yê rojhilatê Reqayê li dar xist. Hêzên me bi ser cihên endamên şaneyê xwe lê vedişartin girtin û endamên şaneyê ku 6 kesan pêk dihatin, girtin. Şaneya hatî girtî plana pêkanîna kiryarên terorî dikir."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gel çeteyekî belgeyê ajokariyê ya Tirk hatiye dîtin.

Her wiha hate destnîşankirin ku miqdareke çek, teqemenî û alavên pêwendiyan bi çeteyan re hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî bidawîbûna lêpirsînê çeteyên hatin girtin dê sewqî dadgehê werin kirin.