Xelkê Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

MEŞA JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN

Ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî têne lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek li dar xist. 

Şênî li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan hildan û heta taxa Eşrefiye meşiyan.

Li ber çerxerêya Zeytûnê meş rawestiya û veguherî mitingê. Li wir, bi navê Meclisa Jinan û Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka Mala Êzidî ya Helebê Rûşîn Mûsa û endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş axivîn.

Her du axaftvanan destnîşan kir ku desthilata Tirk siyaseta înkarkirin û tecrîdê didomîne da ku nehêle parêzer û malbat Rêber Abdullah Ocalan bibînin. 

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi cezayên dîspilînê pîvan û qanûnên navneteweyê binpê dike.

Her wiha projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi projeyeke demokratîk wesifand ku mifteya çareserkirina pirsgirêkên li herêmê û cîhanê ye.

Axaftvanan "xiyaneta malbata Barzanî" û hevkariya wê bi dewleta Tirk re di şerê li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û anî ziman ku ev hevkarî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.