BI DÎMEN

Şervanê HRE’ê Brûsk Meydana li Efrînê şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Brûsk Meydana (Xalid Şêx Dada) 23’yê Tîrmehê li herêma Efrînê şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi dauxyaniyekê ragihand ku şervanê wan Brûsk Meydana (Xalid Şêx Dada) li Efrînê şehîd bû.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em hevrêyê xwe Brûsk Meydana ku 23’yê Tîrmeha 2024’an li herêma Efrînê tevlî karwanê şehîdan bû, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrêyê me Brûsk Meydana li bajarê berxwedana serdemê li Efrînê di nava malbatekî welatparêz, ku bi dilsozî û girêdana cewhera Kurdayetî ve tên naskirin, çavê xwe li jiyanê vedike. Hevrêyê me ji ber ji malbateke ku bi tevlîbûna xwe yên nava refên azadiyên ve tên naskirin, tê li ser van esasan girêdayî çand û kevneşopiya xwe mezin bû. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, fikrên Rêber Apo li Rojava zindî bûn, rastiya Rêbertî û şehîdan hevrêyê me hîn baştir fêm kir û bi taybetî jî êrîşên li ser gelê me bi çavên xwe dît, li ser van esasan hevrêyê me ev yek ji xwe re kir bingeh weke ferdekî vî gelî, weke ciwanekî Kurd fikirî ku divê ew jî di nava xebatên şoreşê de cihê xwe bigire û wisa tevlî nava refên şoreşê bû.

Hevrê Brûsk di gelek qonaxên zor û zehmet ên şoreşê de cihê xwe di nav refên azadiyê de girt. Rizgarkirina Şehbayê û şerê li dijî DAÎŞ’ê ya sala 2016’an de û di pêvajoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de erkên demê ên kete ser milê xwe bi layiqî pêk anî. Hevrê Brûsk ne tenê bi şerkirinê erkên xwe pêk anî, di heman demê de di hemû jiyana xwe ya şoreşgertî de bi qasî ku jê hat hevaltiyeke baş û dûrist bi hevalên xwe re kir. Bi taybetmendiyên xwe yên dilpak, fedakar û xwezayîbûna xwe ya jiyanê ve dikarî hem ji hevalên xwe re bibe alîkar û hem jî were hezkirin.

Hevrê Brûsk ku bi jiyan û têkoşîna xwe mîrateyek ji me re hişt, em soz didin ku bibin layiqî hevaltiya wî û tarzê têkoşîna wî bikin bingeha têkoşîna xwe ya azadiyê. Xwedî derketin û jiyandina mîrateyên şehîdan encax bi serketinê mimkûn e. Em ê ji bo xeyal û armancên wan pêk were têkoşînek dijwar û bê eman bidin meşandin. Em li ser van esasan, serî de ji bo malbata hêja ya hevrê Brûsk û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ye

Nasnav: Brûsk Meydana

Nav û Paşnav: Xalid Şêx Dada

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 23’ê Tîrmeha 2024