Li Marê û Ezazê 2 çete hatin kuştin, 4 birîndar bûn

HRE’yê diyar kir ku di çalakiyên li Marê û Ezazê lidar xistine de, 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

ÇALAKIYÊN HRE’YÊ

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 23 û 24’ê Tîrmehê de çalakî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidar xistin.

HRE’yê derbarê wan çalakiyan de bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin:

"Çalakiyên hêzên me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê didomin.

23’yê Tîrmehê li xeta Marê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin. Dîsa di heman rojê de li xeta Şêrewa di çalakiyeke taybet a hêzên me de 4 çete birîndar bûn.

24'ê Tîrmehê li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.”