Li Rimêlanê 51 şehîd hatin bîranîn

Li bajarokê Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, 51 şehîd hatin bîranîn.

Şêniyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê yên kantona Cizîrê 51 şervanên YPG, YPJ, QSD, endamên Hêzên Asayîşê, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) û gerîlayên azadiyê yên di mehên Hezîran û Tîrmehê de şehîd bûne bi bîr anîn.

Merasîma bîranîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan  a Bajarê Girkê Legê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlan hat lidarxistin.

Merasîma ku malbatên şehîdan û endamên saziyan jî di nav de bi sedan şêniyên Girgê Legê û Rimêlanê lê hazir bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştra dayikên şehîdan mûm vêxistin û gul danîn ber wêneyên şehîdan. Sînevîzyonek bi wêne û dîmenên şehîdan jî hatin nîşandan.

Di merasîm de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok APO" bi dawî bû.