Kongra Star nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê da

Meclîsa Kongra Star daxuyaniyek çapemeniyê da û bertekek tund nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê da.

Meclîsa Kongra Star têkildarî rewşa dawîn a li Başûrê Kurdistanê û siyaseta li dijî gelê Kurd, daxuyaniyeke weşand.

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star’ê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn.

Metnê daxuyaniyê ji aliyê Endama Rêveberiya Kongra Star’ê Îbdîsam Hisên ve hat xwendin.

Kongra Star di daxuyaniyê de bal kişand ser têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê, û da zanîn ku PDK’ê her tim li dijî tevgera azadiyê û gelê Kurd di nava îxanetê de ye.

Îbdîsam Hisên bal kişand ser peywendiya di navbera dewleta Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de û wiha hate gotin: "Wekî tê zanîn ji destpêkê ve peywendiyên dewleta Tirk û PDK'ê bi hev re hene û her tim li dijî tevgera azadiyê û gelê Kurd di nava îxanetê de ye. Lê belê piştî di hilbijartinên vê dawiyê de gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi serket û faşîzma Erdogan lawaz bû, siyaseta jinûve dagirkirina Kurdistanê û qeyûman hate destpêkirin, li dijî vê siyaseta ku îradeya gel desteser dike li Bakurê Kurdistanê û gelek deverên cîhanê gel li dijî vê siyasetê li ber xwe dide û bi ser dikeve. Wekî her car PDKˊê ji bo faşîzma Tirk a binketî rizgar bike, kete dewrê, bi zanabûn li deverên curbecur ên Başûrê Kurdistanê agir bi kargehan xist û xwest ku tevgera azadiya gelê Kurd pê tawanbar bike. A rast ev jî parçeyeke siyaseta wan a şerê taybet û qirêj e û weke her carê xwestin rastiyê veşêrin û bala raya giştî bi mileke din ve bikişînin û kiryarên xwe yên qirêj veşêrin."

Îbdîsam Hisên diyar kir ku di şerê li dijî gerîla yê li çiyayên Kurdistanê de çeteyên DAÎŞ`ê hene û wiha domand: "Li gorî hin daneyan 800 DAÎŞ'î û hezar û 500 cerdevan anîne Başûrê Kurdistanê ku li dijî şervanên azadiyê şer dikin. Aşkera 3 hezar panzer, 4 hezar leşker û 100 navendên Tirkan niha li Başûrê Kurdistanê hene ku nasnameyên gel kontrol dikin û welatparêzan qetil dikin, dixwazin sîxurtiyê li Başûr pêş bixin. Dewleta Tirk bi deh kîlometreyan ketiye axa Başûrê Kurdistanê.  Qaşo pêşmergeyên PDK'ê yên ji aliyê MÎTˊa Tirkan ve hatine perwerdekirin jî ji vê siyaseta qirêj re pêşengtiyê dikin û dixwazin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin."

Îbdîsam Hisên îşaret bi baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand: "Cardin li gorî hin daneyan di van salên dawiyê de li Dêrelok, Kanî Masî, Şêladizê 58 baregeh ava kirine û li Amêdiyê û Şêladizê baregehên nû ava dikin. Ev îxanet êdî sinorê tehemûlkirinê derbas dike. Mala Barzanî ya bi salane xwe li ser xwîna ciwanên Kurd ên welatparêz dide jiyankirin, ji xwînmijî û îxanetê têr nabe."

Îbdîsam Hisên bang li gelê Kurd kir û got: "Pêwîst e gelê Kurd vê baş bizane ku dewleta faşîst a Tirk a ku ji aliyê şervanên azadiyê ve bi bin dikeve, ji aliyê malbata Barzanî ve tên rizgarkirin. Ev ne cara yekê ye ku mala Barzanî vê dike û ziyanekî mezin dide yekitiya gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê. Heta niha bi sedan însanên sivîl hatine qetilkirin û bi dehan gund hatine şewitandin, bi awayekî bêperwa her roj daristanên Kurdistanê didin ber agir, daran jê dikin û heta lawirên wê jî li ber çavên cîhanê dişewitînin, lê mixabin  hikumeta Iraqê û cîhan li hember vê bê deng in. Ev jî dide nîşandan ku dewleta Tirk, PDKˊê û hikumeta Iraqê di siyaseta qirkirina Kurdan, şewitandin û talankirina erdnîgariya Kurdistan û dagirkirina Başûrê Kurdistanê de li hev kirine û heman siyasetê dimeşînin."

Endama Rêveberiya Kongra Star’ê Îbdîsam Hisên di daxuyaniyê de diyar kir ku malbata Barzanî tu carî berjewendiyê gelê Kurd neparastiye û siyaseteke yekitiyê nedaye meşandin, her tim siyaseta fitne, gendelî û xiyanetê bi pêş xistiye û wiha got: "Taloqxistina hilbijartinan ên li Başûrê Kurdistanê jî nîşaneya vê ye û niha hikumeta mala Barzanî ne rewa û dervî qanûnî bi darê zorê Kurdistana Başûr di destê xwe de girtinye. Ev di dîroka wan de heye, çawa dema derbasbûyî panzerên Sadam anîn û Hewlêr da dagirkirin, îro jî panzerên Tirkan tîne û Kurdistanê ji nû ve dagir dike. Wekî em hemû dizanin ku cihê dewleta faşîst a Tirk dikeviyê nema jê derdikeve. Ev dijminahî di serî de li hemberî gelê me yê Başûr ê berxwedêr e. Em hemû dizanin ku gelê me yê Başûr li dijî faşîzma Sadam berxwedaneke bêhempa meşand û zarokên xwe yên herî hêja feda kir, zor û zehmetiyên mezin jiyî. Niha jî bi awayekî aşkera, malbata Barzanî destkeftiyên gelê me yê Başûr û yê Kurdistanê bi bêperwa pêşkêşî dewleta Tirk a faşîst dike. Ev derveyî wîjdan û exlaqê ye, çi kesên xwedî wîjdan û exlaq nikarin vê siyaseta qirêj û derveyî exlaqê qebûl bike û bibe şirîkê wê."

Îbdîsam destnîşan kir ku li dijî vê konsepta qirkirina gel û xwezayê, erîlayên azadiyê bi awayekî bêhempa li ber xwe didin, artêşa Tirk a faşîst windahiyên mezin dide û wiha domand: "Pêwîst e em jî wek gelê Kurd, jin û raya giştî ya demokrat û gelê welatparêz li dijî vê siyaseta qirkirinê û xiyaneta malbata Barzanî bisekinin û vê siyaseta qirêji bi tundî teşhîr bikin."

Endama Rêveberiya Kongra Star’ê Îbdîsam Hisên di dawiyê de wiha destnîşan kir: "Em ji mala Barzanî re dibêjin, we tu carî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê neparastine û îro jî naparêzin, hûn her tim di nava îxanetê de bûn û nûnertiya gel nakin û di nava îxaneteke dîrokî de ne û demildest dest ji vê siyasetê berdin. Hûn ê li hemberî dîrokê û gel hesabê vê bidin. Em ê jî weke Kongra Star tu carî li hemberî vê siyaseta dijminahiya gel û jinan a gel parçe dike û qetil dike bê deng nemînin û li ber xwe bidin.”