Cenazeyê şervanê QSD'ê Beşar Hewas El Fadil bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Beşar Hewas El Fadil ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê ve li Goristana Şehîdan hat veşartin.

Di merasîmê de wêneyên şervanê QSD’ê Beşar ê ku si 24’ê Tîrmehê de li ser peywira xwe şehîd bû, yên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê ya kantona Cizîrê bi merasîmekê şervanê QSD’ê Beşar Hewas El Fadil ê 24’ê Tîrmehê li ser erkê şehîd bûbû, oxir kir. Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Hemîsê ve li Şehîdgeha Şehîdan a bajar hat lidarxistin.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif, bal kişand ser berxwedana gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û got: “Gelê ku ji bo parastina azadî, xweserî û rûmeta xwe şehadetê pîroz dike, ew gel hêjayî serkeftinê ye û dê di dawiyê de bi ser bikeve.”

Ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Dêrik jî di axaftina xwe soz da malbatê şehîd û beşdaran ku li dijî hewldanên dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.

Endamê Saziya Olî ya Til Hemîsê Mutez El Enter jî pîroziya xwefadakirinê ji bo parastina welat vegot.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd’ hat veşartin.