Tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Meclisa Ciwanên PYDˊê, Yekitiya Jinên Ciwan, Kongreya Îslama Demokratîk û xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.

Di vê çarçoveyê de, Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantonên Cizîrê, Minbic, Reqa û bajarê Helebê daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de ˊCezayên Dîsplînêˊ yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine ferzkirin, hatin şermezarkirin

CIZÎR

Ciwanên PYDˊê di daxuyaniyê de got ji bo hedefgirtina gerîlayên ku destanên lehengane ji ber mirovahiyê ve li hember faşîsta Tirk xêz dikin dewleta Tirk a dagirker hewl dide gundên Kurdan li Başûrê Kurdistanê ji xelkê wê vala bike.

Di daxuyaniyê de ciwanan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xebitîna ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, rabin.

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê li Stadyûma 4`ê Nîsanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ferzkirina cezayên dîsplînê heta 3 meh din li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û qedexeya hevdîtinê bi parêzer û malbatê re binpêkirina mafên mirovahiyê ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bêdengiya navneteweyî li hember kiryarên dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî û girtiyên nêrînê de şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirov û CPTˊyê kir ku bi cidî li ser mijara şikandona tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bisekinin.

REQA

Di heman çarçoveyê de Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker di derew û hincetên xwe de dewam dike û her tim li hincetan digere ku armanc û timayên xwe pêk bîne. Mînaka vê jî li Sûriyeyê ji 13 salan ve li ber çavan e ku çi li Sûriyeyê û bi serê gelê wê aniye.