Dagirkeran li Efrînê arazî dan ber agir, 25 hezar dar şewitîn

Dewleta Tirk a dagirker û wêrankar li Efrînê araziyên gund da ber agir. Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 25 hezar dar şewitîn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ya xwe spartiya çavkaniyên herêmî çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh agir berda herêma li gundên Edamo, Elbîskê û Bilîlko yên bajarê Reco yê Efrîna dagirkirî.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku şênî hewl didin bi xwe şewatê vemirînin lê nikarin şewata ji duh ve vêketiye, kontrol bikin û da zanîn ku agir ber bi gundê Xililko yê bajarokê Bilbilê ve firehtir dibe.

Heta niha di encamê de nêzî 25 hezar darên zeytûn, gêlaz, gûz û hinar, merx û sewlî şewitîne.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyeyê, artêşa Tirk a dagirker di 6 salên dagirkirina Efrînê de 391 hezar dar şewitandine.