Rêveberê Partiya Tahaluf Ehmed Hiso, di salvegera komkujiya Til Hasil-Til Eran ku di 28’ê Tîrmeha 2013’an de ji aliyê Cebhet El Nûsra, Ehrar El-Şam û 21 komên çete yên din hatî pêk anîn, ji ajansa me ANF’ê re axivî. Hiso, diyar kir ku armanca êrîşan qirkirina gelê Kurd û têkbirinbû û wiha got, “Dewleta Tirk bi rêya çeteyan re dixwast ku di navbera Heleb-Efrîn û Kobanê qut bike. Di heman demê de derdora her sê bajaran jî nêzî 300 gund hene wana jî ji hev qut bikin. Mixabin bi navê ‘Arteşê Azad’ êrîşê xwe pêk anîn. Lê di bin navên Arteşa Azad de gelek komên çete, gelek komên terorîst li hev civiyan; yanî Arteşê Azad derket pêş. Gelê me di wê deme de jî berxwedaneke pir mezin raberkirin. Di komkujiya Til Eren û Til Hasil de me çil cangoriyên azadiyê şehîd da.”
‘CIWANÊN ME XWE DI SÎHWANÊN YPG/YPJ’Ê DE PERWERDE KIRIN’
Ehmed Hiso, anî ziman ku gelên li dijî terorîstan, zîhniyeta faşîst û komên bi navê ixwanî-mislîmîn derdiketin, rastî êrîşeke dijwartir hatine û wiha domand, “Bi taybetî li Til Eran û Til Hasilê ev yek veguherî komkujiyê. Di wan pêvajoyan de DAÎŞ tune bû, lê xwe bi navên, rêxistina El-QAÎDE, Bilad El-Şam didan nîşandan. Piştî komkujiya Til Eran û Til Hasil navê DAÎŞ hat bikaranîn. Wekî min di destpêkê de jî got; yên ku li beranberê wan êrîşan sekînî, gelê me yê sîvîl bû û berxwedaniyeke pir mezin dan raberkirin. Piştî wan êrîşan gelê me hîn zêdetir nas kirin û fêhm kirin ku dewleta Tirk dixwazin li wan herêman dagir bikin û êrîşê xwe berdewam bikin da ku yek Kurd di bakurê Rojhilatê Suriyê nemîne.
Dewleta Tirk dixwast bi alikariya çeteyan ve gund û bajarokan wala bike, Kurd û Ereban ji hev du bixîne û cihê ku êrîş kirî û pêşvetir dagir bike; gel jî bi temami tune bike an jî bi rêya îxwanî-mislîmîn asîmle bike.”
Ehmed Hiso, anî ziman bi êrîşên komkujiyê re gelek sivîl berê xwe dane, Efrîn, Heleb, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û wiha axivî, “Piştî ku hêzê me çebû gelek keç û xortên me çek rakirin, bi YPG/YPJ’ê re bûn xwedî îrade. Keç û xortên me êdî xwe bi sîhwanên YPG/YPJ’ê perwerde kirin, bûn şoreşger. Hêzên xwe yên bi navên Cebhet El-Ekrad, Şemsî Şîmal avakirin û li dijî çeteyan şer kirin. Heta niha jî dewleta Tirk li dijî van herêman êrîşên xwe didomîne. Lê ciwanên me li dijî êrîşan li ber xwe didin û wan têk dibin. Ez dîsa dubare dibêjim ciwanên me di çeperên QSD’ê de xwe pêş dixînin. Soza, rizgarkirina Sûriye, Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Ezaz, Mare û îdlîb dane.”
Ehmed Hiso, destnîşan kir ku yekîtiya gelên li herêmê wê bi xwe re serketinê bîne û behsa girîngiya hevgirtinê kir. Hiso got, “Em bi hêvine weke hêzên siyasî, hêzên civaka sîvîl bi hev du re bikevin nava diyalogan ku em xwe bigihînin Sûriyeyek Demokrat û Azad. Em dixwazin nifşên siberojê bi nasname, çand û zimanê xwe mezin bibin û di hewirdoreke demokratîk de bijîn.”