BI DÎMEN

‘Sembola Şoreşa Ziman mamoste Viyan Amara ye’

Yek ji rêhevalên Viyan Amara, Aras Hiso derbarê kesayeta wê de ev tişt got: “Viyan bi dilnizmiya xwe cihê xwe di dilê her Kobaniyekî de girt. Em ê jî heta dawî xwedî li pênûsa Viyan derkevin.”

ŞEHÎD MAMOSTE VIYAN AMARA

Li ser şehadeta mamoste Viyan Amara re 11 sal derbas dibe. Mamoste Viyan Amara di 26’ê Tîrmeha 2013’an de li gundê Kendalê yê girêdayî Kobanê şehîd bû. Têkildarî şehadeta mamoste Viyan rêhevalê wê Aras Hiso ji ANF’ê re axivî.

Rêhevalê Mamoste Viyan Amara, Aras Hiso diyar kir ku mamoste Viyan bû yek ji hîmên sereke yê şoreşa ziman û got: “Bi ked û berxwedaniya wê zimanê me gihîşt vê astê. Di destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de mamoste Viyan ji bo xebatên ziman dest bi berxwedaniyê kir. Ruxmî ku mamoste kêm bûn û di rewşeke zehmet re em derbas dibûn, lê dîsa mamoste Viyan bi xeyalên mezin têkoşîna xwe berdewam kir û bû yek ji damezrînerên Saziya Zimanê Kurdî.”

Aras anî ziman ku şehîd Viyan bi dilnizmî û hezkirina xwe di dilê her kesî de cih girt û wiha pêde çû: "Di dilê her dayîk û şêniyên Kobanê de cihê xwe girt. Em bi saya keda şehîd Viyan niha li dibistan, peymangeh û zanîngehên xwe de bi zimanên xwe perwerde dibînin. Mamoste Viyan gelek xebatên cur bi cur meşand û ji bo parastina gelê xwe bêyî teredud riya heqîqetê şopand. Kobanê jî di bin gefên çeteyan de bû. Li kêleka pênûsa xwe Viyanê çek hilda û berê xwe da çeperê şer. Viyan gotinek kir û ew gotin di mejiyê me de hat çandin; dibêje, ‘Ez pênûsa xwe radestî we dikim û êdî hûn ê wê gavê bidomînin û ez ê çekê rakim.’ Mamoste Viyan 26’ê Tîrmehê li gundê Kendalê şehîd bû. Di demekî kurt de karekî bê hempa meşand û bû yek ji afirênerên şoreşa ziman û yek ji pêşengên wê. Em wê bi dilşadî û serbilindî bi bîr tînin, ew ê di her gav, kêlî, fikir û mejiyê me de zindî be."