BI DÎMEN

‘Tevgerên Kurdistanî divê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin’

Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê Heyfa Mehmûd, piştgiriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê rexne kir û bang li hemû tevger, partî û pêkhateyên Kurdistanî kir ku parastina Kurdistanê bikin.

BERTEKA LI DIJÎ PDK’Ê

Di 22’yê Tîrmehê de 35 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Yek ji van partiyên siyasî jî Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê bû. Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê Heyfa Mehmûd der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî.

35 PARTIYÊN SIYASÎ Û SAZÎ BERTEK NÎŞAN DAN

Heyfa Mehmûd bal kişand ser daxuyaniya 22’yê Tîrmehê û wih axivî: “Her kes dîroka avabûna dewleta Tirk dizane. Hebûna xwe li ser tunekirina gelan avakiriye. Dewleta Osmanî 400 salan axa Kurdistanê dagir kir. Ew sînorên ku di dema rûxandina Împaratoriya Osmanî û Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê Peymana Netewî ve hatine xêzkirin ji nedîtî ve tê û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dike. Dema em li sedsala 21’an dinêrin êrîşên dewleta Tirk her ku diçe berfireh dibe û zêde dibe. Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bi erêkirin û bêdengiya hikûmeta Iraqê pêk tên. Dewleta Tirk bi piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqkirinê berfirehtir kir. Em ê li hemberî van êrîşan bê bertek nemînin.”

'PIŞGIRIYA PDK’Ê YA JI BO DEWLETA TIRK NE YA YEKEM E’

Heyfa Mehmûd bertek nîşanî sewqiyata leşkerî û çeteyên dewleta Tirk a ji bo Başûrê Kurdistanê da û wiha domand: “Axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê ve tê dagirkirin. Ji aliyê gelek dezgehên çapemeniyê ve hat belgekirin ku çete şandine Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin PDK û hikûmeta Iraqê bi awayekî eşkere piştgirî dan dewleta Tirk û ev jî bûn sedem ku êrîşên dewleta Tirk berfireh bibin û berdewam bikin. Bê guman dewleta Tirk zextê li Iraq û Başûrê Kurdistanê dike. Heke berjewendiyên hevpar tinebûyan, wê ev rewş derneketiba holê.  Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kirin hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê gelê Başûr û Şengalê bi tenê hiştin û reviyan. Gerîla ji Mûsilê heta Şengalê bi gel re bû. Dîsa YPG-YPJ’ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Şengalê li kêleka gelê xwe bû. YPG-YPJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûna fîzîkî ya DAÎŞ’ê bi dawî kir. Diviyabû PDK jî li aliyê şerê li dijî dewleta Tirk û DAÎŞ'ê bûya, lê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya. Piştgiriya PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk ne yekem e. Ev piştgirî ji berê de her tim berdewam dike. Niha bi piştgiriya êrîşên dewleta Tirk dixwazin hêza gerîla bişkînin.”

POLÎTÎKAYA JI BO DÎSA DAÎŞ'Ê ZINDÎ BIKIN DIMEŞÎNIN

Di berdewamiya axaftina xwe de Heyfa Mehmûd bêdengiya hikûmeta Iraqê û PDK'ê ya piştî şandina çeteyên DAÎŞ'ê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, wiha nirxand: "DAÎŞ a ku di sala 2019'an de li Baxozê bi awayekî fizîkî hate têkbirin û rûxandin, niha li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Ev jî nîşan dide ku têkiliya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi çeteyên DAÎŞ’ê re heye. Mebesta min ew e ku ev têkilî pêdiviya lojîstîkê ya leşkerî ye. Lê belê navenda wan li wir hatiye avakirin û fermanên wan li wir didin, vê pêwendiyê derdixe holê. Piştî bidawîbûna fîzîkî ya DAÎŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xedîderketina dewletên derdorê li DAÎŞ'ê hişt ku DAÎŞ ji nû ve zindî bibe. QSD-YPG-YPJ’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bûbûn bela serê cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe da û têk bir. Mixabin ev dewlet alîkariya zindîkirina DAÎŞ’ê dikin.”

Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê Heyfa Mehmûd anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi tifaqên navbera dewletan pêk tên û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk dijminê gelan e. Lê hêza wê nîne ku bi tenê van êrîşan pêk bîne. PDK xwe weke partiyeke Kurdistanî dide nasîn. Divê PDK li hemberî van êrîşan helwest bigirta. PDK’ê bi awayekî fermî û eşkere rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê vekir. Berevajî vê, diviyabû ku ew karibûya helwesteke tund û tûj nîşan bida. Ji ber ku xwe weke tevgereke Kurdistanî nîşan dide, li şûna vekirina deriyê Başûrê Kurdistanê, diviyabû bi erk û berpirsyariya parastina hemû parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd nêzî dewleta Tirk bibûya. Dewleta Tirk a dijminê gelan e û dixwaze gelê Kurd tine bike.”

Heyfa Mehmûd destnîşan kir ku divê dawî li siyaseta dagirkerî û îlhaqkirinê ya li ser çar parçeyên Kurdistanê bê anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku xwe weke tevger, partî û pêkhateyên Kurdistanî dibînin; divê Kurdistan û gelê Kurd biparêzin."