Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin têkbirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundên Minbicê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva çeteyan da.

DAGIRKER HATIN TÊKBIRIN

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku hewldana çeteyan a ketina 3 gundên kantonê têk birine.

Di daxuyaniya navendê de hate gotin: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker barbanga îro hewl da bikevin gundê El Cerad, Ereb Hesen û Mehsenlî yên li bakurê rojavayê kantona Minbicê.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevgera çeteyan şopand û şer derket. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn."