BI DÎMEN

Ubeyd: Ruhê Şoreşa Rojava dewam dike, ev gel wê paşde gav navêje

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Huseyîn Ubeyd ku şahidî ji her kêliya Şoreşa Rojava re kir, îşaret bi êrîşên dagirkeriyê kir û got, “Ev gel wê paşde gav navêje.”

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Huseyîn Ubeyd ku şahidî ji her kêliya Şoreşa Rojava re kir, diyar kir ku şoreş bi xwîna şervanên ciwan hatiye îro.

Huseyîn Ubeyd di destpêka axaftina xwe de qala beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û wiha got: “Rejîma Baasê 47 sal bandorên giran li gelê Rojava kir. Gelê Rojava xwedî kevneşopiya berxwedanê bû. Zemîneke xurt ku şehîd afirandin, hebû. Gelê Rojava bi saya mîrateya berxwedanê ya şehîdan xwe ava kir, têkoşîna xwe xurt kir û zindî hişt. Lewma bi destpêka serhildana li Rojhilata Navîn re gelê Kurd bi pêşengtiya şoreşê rabûn û xurttir birêxistin bûn. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi vê bawerî û biryardariyê pêk hat. Di sala 2012’an de Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê, piştre li Dêrîk û herêmên din pêş ket. Di vê pêvajoyê de êrîşên hikûmeta Şamê çêbûn, bi taybet êrîşên çeteyên dewleta Tirk destpêkirin. Gelê me heta dawî li dijî van êrîşan li ber xwe da. Çirûska yekemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi xwîna hevalên şehîd ên weke Çekdar, Silav, Bêrîvan, Xebat Dêrik û Bawer Rojhilat pêk ket. Li ser vê bingehê gelê me jî tevlî pêvajoya şoreşê bûn. Heta dawî berxwedan û têkoşîna wan dewam kir.”

‘CIWAN BÛN BERSIVA QÎRÎNÊN GELÊ ROJAVA’

Ubeyd bi bîr xist ku di pêvajoya pêkanîna Şoreşa Rojava de bi hezaran ciwan şehîd bûne û gel berdêlên giran dane û wiha dewam kir: “Ciwanên ku li dijî dijmin şer kirin, dibe ku rêbaz û taktîkên şer zêde nizanîbûn, lê bi biryardarî û baweriyeke mezin li dijî dijmin şer kirin. Yek ji wan jî şehîd Bawer Rojhilat bû. Ling û destekî wî felc bû. Beriya şoreşê ji bo tedawiyê hatibû Rojava. Bi destpêkirina şoreşê re bû bersiva qîrîna gelê Rojava. Piştî ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê destpê kir, pêngava duyemîn a şoreşê li Dêrîkê pêk hat. Min jî wê pêvajoyê jiya. Li Dêrîkê bi hezaran kes bi dirûşmeya “Em ji bo azadiyê amade ne. Em amadene ku tişta bikeve ser me bikin” daketin qadan. Yanî ji heftê heta heftî salî tevahiya gelê Dêrikê li ser piya bû. Heval Bawer gazî bû. Li ser lingekî dimeşiya û milek wî kar nedikir. Dema ku heval jê re gotin, “Tu gaziyî, nikarî şer bikî” wiha bersiv da, ‘Na heval, ez dikarim bimeşim. Ez deyndarê hevalên ji Rojava me. Divê ez deynê xwe bidim. Li çiyayê Kurdistanê bi dehan hevalên ji Rojava li kêleka min şehîd bûn. Ez tu car hevrêtiya wan hevalan ji bîr nekim. Lewma divê ez bibim parçeyekî girîng ê Şoreşa Rojava û malbatên wan hevalan biparêzim.’ Ev bersiva vê tu car ji bîra min naçe.

Ez bi heval Bawer re di heman komê de bûm, gazî bû û ji bo parastina wî her tim li gel dimam. Wê demê di navbera me û rejîmê de pevçûnek çêbû. Bi yek destî çek bikardianî. Heta dema ku min jê re got tuyê çawa bi destekî bixebitî gotibû, ‘Ez ê bi vê destê şer bikim û gelê xwe biparêzim.’ Dema Heval Bawer ji bo kolanê kontrol bike derket, li dijî wî sûîqest hat kirin. Bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê û bawerim piştî nîv saetê din şehîd bû. Şehadeta Heval Bawer bandoreke mezin li gelê Dêrikê kir. Bi deh hezaran kes tevlî torena wî bû. Bi sedan ciwan soz dan heval Bawer û tevlî YXK’ê bûn. Piştî şehadeta heval Bawer meclîsên leşkerî hatin avakirin.”

ŞOREŞA ROJAVA BANDOREKE MEZIN LI CÎHANÊ KIR

Huseyîn Ubeyd got ku di sala 2013’an de êrîşa yekemîn a li ser Rojava dîsa li dijî Dêrikê bû û têkîldarî pêvajoya şoreşê jî wiha got: “Wê demê DAÎŞ tune bû. Komên çete yên weke Cebhet El Nusra û Ehrar Elm Şam hebûn. Li gundê Siwêdiyê yê girêdayî herêma Koçerat êrîş çêbibû. Ciwan û jinên ciwan ku qet çekê negirtibûn, diyarkirin ku ji bo şer amade ne. Di araziyeke vala de bu ruhê heval Bawer şer kirin. Di 16’ê Tîrmeha 2013’an de çeteyên Cebhet El Nusra êrîşî gundê Koçerat kirin. Hewl didan xwe bigihînin navenda Dêrikê. Bi saya ciwanên wê herêmê berxwedaneke mezin hat kirin. Şer 3 roj dewam kir. Komek heval li wir şehîd bûn. Heval Rêbaz, Baran, Egîd, Xebat û Cebar bi fedaî şer kirin û şehîd bûn. Şehadeta van hevalan bandoreke mezintir li gel kir. Wisa bû ku mirovên 60-70 salî jî çek hilgirtin û şer kirin. Şoreş ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye, li tevahiya cîhanê bandoreke mezin kir. Bi sedan ciwanên enternasyonalîst tevlî şoreşê bûn. Ev destkeftî bi baweriya demokrasî û azadiyê hatin bidestxistin.”

BERXWEDAN DEWAM DIKE

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Huseyîn Ubeyd destnîşan kir ku di qonaxa heyî de dijmin ji hemû aliyan ve herêmê dorpêç kiriye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Dijmin li her qadê û bi gelek rêbazan polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Lê serkeftin wê dîsa ya gelê me be. Her kes vê yekê di nava çend salên dawî de dît. Dewleta Tirk bi salan in êrîşî gel dike, lê gel heta dawî li ber xwe dide. Şervanên heval Silava, heval Bêrîtan, heval Xebat û heval Bawer ku şehîdên ewil ên Şoreşa Rojava ne îro gihiştin bi sed hezaran. Ji ber vê yekê dijmin li ber berxwedana gelê me bêçare dimîne.

Li Kobanê komkujiyan kirin, bi sedan sivîl qetil kirin. Ev hemû bêçaretiya dewleta Tirk a li hemberî berxwedana gelê me nîşan dide. Ji ber ku şoreşeke li ser wê berxwedanê didome heye. Gelê me nexşerêya ku Rêber Apo ji bo azadî û demokrasiyê diyar kiriye, esas digire. Ji ber vê yekê dewleta Tirk di sala 2023’an de dîsa li Dêrikê êrîşê Hêzên Ewlehiya Hundirîn kir û komkujî pêk anî. Dîsa li gundê Teqil Beqil êrîşê hêzên xweparastinê kir ku qadên xwe diparastin û 12 kes qetil kir. Lê tu car nekarî gav paşde bide avêtin. Gelê me ber bi serkeftinê ve diçe.”