Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê agirbestê bişopînin

Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê diyar kir, “Ji bo şopandina agirbestê, em ê noqteyan ava bikin.”

Piştî du hefteyan ji topbarana artêşa Tirk a dagirker a li dijî derdora bajarokê Eyn Îsa û rêya M4, ji 6`ê Kanûnê de helîkopterên Rûsyayê li asîmanê navçeya Eyn Îsayê digerin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihandibû ku ew roja Duşema borî (7’ê Kanûnê) bi hikumetên Rûsya û Şamê re lihevkirinek kiribûn û wê li gorî vê nuqteyên çavdêriya agirbestê bên avakirin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef îro bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan li ser avakirina 3 nuqteyên leşkerî yên hevbeş li rojhilat, rojava û bakurê navçeya Eyn Îsa li ser rêya M4, li hev kiriye.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî berî niha jî bi daxuyaniyekê bêdengiya Rûsya û hêzên hikumetê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kiribû.