Dagirkeran li Cindirêsê 4 sivîlên din revandin

Kiryarên revandin, destdirêjî-destavêtin, dizî û talanê ya artêşa Tirk û çeteyên wê yên di serî de li Efrîn û herêmê di bin dagirkeriya wê de dewam dike. Hate ragihandin ku li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî 2 jê jin 4 sivîl revandin.

Çavkaniyekî xwecihî ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye duh bi şev ji navçeya Cindirêsê 2 jê jin 4 sivîl revandin.

Heman çavkaniyê navê kesên ji aliyê çeteyan ve jî hatine revandin wiha rêz kir: Mihemed Hec Yusif Behar, Xalîde Şêx, Emîne Ebo û Ehmed Hec Gulîn ji kolana jêrîn a navenda navçeyê revandine.

Kesên hatine revandin nayê zanîn birine kûdarê.

Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser malên gundê Basûfan ê navçeya Şêrawayê ku niştecihên wê Êzidî bûn girtibûn û gelek kes revand.