Li Eyn Îsayê çi diqewime?
Ji meha Mijdarê ve dewleta Tirk giranî daye ser êrşên xwe yên li ser Eyn îsa û gundên wê. Bêdengiya Rûsyayê û rejîma Baasê ya li hemberî van êrişan cihê nerazîbûnê ye.
Ji meha Mijdarê ve dewleta Tirk giranî daye ser êrşên xwe yên li ser Eyn îsa û gundên wê. Bêdengiya Rûsyayê û rejîma Baasê ya li hemberî van êrişan cihê nerazîbûnê ye.
Piştî ku di 6’ê Cotmeha 2019’an de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hêzên xwe ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê derxist, dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrişan kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê di van êrişên xwe de bi her awayî li dijî mirovahiyê şer kirin. Şervanên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî yên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratk (QSD) li dijî artêşa Tirk, çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û çeteyên 'Artêşa Azad a Sûriyeyê' berxwedaneke destanî kirin.
17’ê Cotmeha 2019’an DYE û dewleta Tirk ji bo 5 rojan agirbest îlan kir. Piştre jî Tirkiye û Rûsya 22’yê Cotmehê agirbestek îmze kirin. Di encama vê lihevkirinê de polîsên leşker ên Rûsya û mihafizên sînor ên girêdayî hikûmeta Şamê wê li ser sînor bi cih bibûna. Di encamê de 23’yê Cotmeha 2019’an hêzên girêdayî hikûmeta Şamê li ser sînor belav û bicih bûn. Lê berî vê peymanê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta Şamê de ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk li qadên dikevin rojavayê Girê Spî, Eyn Îsa û Kobanê biryar hate dayin ku hêzên rejîma Sûriyeyê bicih bibin. Hêzên rejîma Sûriyeyê 15’ê Cotmehê gihiştibûn Kobanê. Sala dawî bi taybet bajarokê Eyn Îsa ku hêzên hikûmeta Şamê, Rûsya û QSD lê ne, êrîşî herêmê tên kirin. Li ber van êrîşan heta niha ne Rûsya û ne jî hêzên rejîma Sûriyeyê dengê xwe dernexistine.
CIHÊ STRATEJÎK
Eyn Îsa bajarokekî Girê Spî yê girêdayî Reqayê ye. Ev bajarok ji ber cihê xwe yê erdnîgarî li herêmê xwedî cihekî stratjîk e. Bajarokê ku Reqa, Minbic û Til Temirê bi hev ve dide girêdan, heman demê rêya diçe Kobanê û Sirînê jî li vir re derbas dibe. Heman demê rêya M4 a navneteweyî ku xwedî girîngiyeke taybet a herêmê ye, li vir re derbas dibe. Ji ber ku ev der bajarê Helebê bi Hesekê, Qamişlo û Til Koçer bi sînorê Deriyê Sînor ê Iraqê ve dide girêdan.
Di dema şerê navxweyî de bajarokê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin Tîrmeha 2015’an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin. Piştî Eyn Îsa hate rizgarkirin koalîsyona navneteweyî vir mîna navenda çalakiyên xwe bikar anî. Ji ber ku Eyn Îsa hem nêzî Minbic û Reqa bûn, dîsa rêya ku her du bajaran bi hev ve dide girêdan li vir re derbas dibû.
Ev bajarokê dikeve navenda herêma Cizîr û Firatê, xwedî taybetmendiyê ku herdu herêman bi hev ve dide girêdan, heman demê weke navenda siyasî ya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate bikaranîn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe li vir îlan kir. Nîsana 2016’an ji bo koçberên ji navçeya Reqa hatin li bakurê rojavayê Eyn Îsayê ji bo koçberan Kampa Penaberan a Eyn Îsa ava kirin.
Piştî ku QSD’ê Tîrmeha 2018’an li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Baxozê ya Dêra Zorê ku yek ji cihê herî zêde kampa DAÎŞ’ê lê bû oparasyonek kir û şûnde, malbatên çeteyên DAÎŞ’ê li vê kampê bi cih kirin. Hejmara şêniyên kampê gihişte 9 hezar kesî.
PIŞTÎ DAÎŞ’Ê BÛ HEDEFA DEWLETA TIRK
Dewleta Tirk 9’ê Cotmeha 2019’an yek ji cihê êrîşên dagirkeriyê li ser bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayî destpêkirin bajarokê Eyn Îsa bû. Di êrîşan de dewleta Tirk hem kampa malbatên DAÎŞ’ê û dîsa girtîgeha ku çeteyên DAÎŞ’ê lê bûn bombe kir. Ji vir 750 çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan revîn Tirkiyeyê. Piştre jî biçek kirin û êrîşî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Şervanên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenî bersivên xurt dan dewleta Tirk û çeteyên wê. Di şerê 9 rojan de şervanên QSD’ê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber êrîşên dagirkeriyê berxwedanek mezin raber kirin.
17’ê Cotmeha 2019’an DYE û dewleta Tirk ji bo 5 rojan agirbest îlan kir. Piştre jî Tirkiye û Rûsya 22’yê Cotmehê agirbestek îmze kirin. Di encama vê lihevkirinê de polîsên leşker ên Rûsya û mihafizên sînor ên girêdayî hikûmeta Şam wê li ser sînor bi cih bibûna. Di encamê de 23’yê Cotmeha 2019’an hêzên girêdayî hikûmeta Şamê li ser sînor belav bûn û bicih bûn.
Lê ji roja ku ev peyman hate îmzekirin û heta niha ne êrîşên artêşa Tirk û ne jî ya çeteyên wê rawestiyaye. Bi taybet deverên bejahî yên dikevin rojavayê Eyn Îsa û gundên wê, her wiha navenda bajarokê Eyn Îsa jî di nav de gundên Hoşan, Xalidiyê, Ebû Sira û Mealek ên girêdayî Eyn Îsayê tim bûne hedefa artêşa Tirk û çeteyên wê. Di van êrîşan de ziyanên mezin gihiştine mal û zeviyên welatiyên sivîl, bi sedan kesî malên xwe terikandine. Bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûne. Tevî van êrîşan ku ji hêzên rejîma Sûriye jî birîndar û mirin çêbûn, ne Sûriye dengê xwe kir û ne jî Rûsyayê.
Piştî hewldana dizî ya dewleta Tirk û çeteyê wê ya 21’ê Cotmeha 2020’ê ya li navenda Eyn Îsa û gundên wê, bi çekên giran êrîş hatibû kirin. Li ser bersivdayîna şervanên QSD’ê êrîş hatibû têkbirin û gelek çete hatibûn kuştin. Heman demê gelê Eyn Îsa nerazîbûnên xwe raberî Rûsya û rejîma Sûriyeyê kiribû, ji ber ku Rûsya û rejîma Sûriye li ber êrîşê dengê xwe nekir ew protesto kirin.
Lê belê hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û Rûsyayê jî bêdengiya xwe ya li dijî êrîşan dom dikir. Ji meha Mijdarê ve êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bûne. Bi taybet ev êrîş li dijî gundê Seyda yê li bakurê Eyn Îsayê, rêya M4 û gundê Mealek ê dikeve bakurê rojavayê Eyn Îsayê pêk hatin. Dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê bi çekên giran, heman demê di meha Mijdarê de xwestine êrîş bikin lê ji aliyê berxwedaniya şervanên QSD’ê ve derbên mezin xwarine û neçar mane ku paşde vegerin. Dîsa jî li dijî navenda bajêr bi çekên giran êrîşên xwe dom kirin. Dîsa dewleta Tirk bi rûxmê lihevkirina pêk hatî wê 3 km ji dûrî rêya M4 be, 200 metre li jorî gundê Seyda yê ku 2 km dûrî rêya M4 a li rojhilatê Eyn Îsayê baregehên leşkerî yên nivî beton û nîva din bi hêsinan ava kirine, lê belê Rûsya û hêzên rejîmê li dijî vê jî bêdeng mane.
EV MEHEKE DEWLETA TIRK ÊRÎŞ DIKE, RÛSYA Û REJÎMA SÛRIYE BÊDENG IN
Tevahiya vê mehê tevî ku her roj êrîş tê kirin, hêzên girêdayî Rûsya û hikumeta Şamê ti mûdaxele nakin. Ji meha Mijdarê heta niha dewleta Tirk di serî de 2 caran navenda Eyn Îsa nêzî 35 caran êrîş pêk anîne. Di van êrîşan de sivîlên bi navê; Mehmûd Zêd El Zêd (3), Minbel Ahmed El Abid (22), Mihedîn Hejî (35) birîndar bûne, gelek mal û cihên sivîlan jî hatine talankirin.
Li aliyekî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dom dike, li dijî vê rejîma Sûriyê û Rûsya bêdengiya xwe diparêze û li aliyekî din jî ragihadinên ku alîgirên Sûriye û Rûsyayê propogandaya ku wê Eyn Îsayê bidin rejîma Sûriyê parve kirin. Her çiqasî bi awayek fermî ji aliyê QSD’ê ve daxuyaniyek nehatibe dayîn jî, li gorî agahiyên li çavkaniyên pê bawer hatin bidestxistin, hate îdîakirin ku Rûsyayê xwestiye ku QSD’ê ji bajarok derbikeve û radestî rejîmê bike. Lê belê tê zanîn ku ev çend sal e Rûsya dewleta Tirk li dijî QSD û Rêveberiya Xweser weke santajê bikar tîne. Tê zanîn ku Rûsya ji bo ji hikûmeta Şamê re herêmê veke êrîşên dewleta Tirk li dijî Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suryeyê bikar tîne.
Ji 6’ê Cotmehê ve di navbera QSD û Rûsyayê de hinek hevdîtin pêk hatin û di encama van hevdîtinan de biryar hate dayîn ku 3 xalên hevbeş ên girêdayî QSD û hikumeta Şamê bên avakirin. Li rojava û bakurê bajarokê Eyn Îsayê 3 xalên çavdêriyê hatin avakirin. Di derbarê vê de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê ve daxuyaniyek fermî hate dayîn. Hate dîtin ku propogandayên ku li ser avakirina van xalên çavdêriyê yên hatîn avakirin, encam negirtin.
Lê belê, Rûsya dixwaze wisa bide nîşandan ku bi van xalên çavdêriyê rê li ber êrîşan girtiye. Ji xwe ev saleke hem hêzên hikûmeta Şamê û hem jî yên Rûsyayê li herêmê hebûn. Heta niha jî li dijî hemû êrişan bêdeng mane. Li gel vê jî gelê herêmê li dijî hikûmeta Şamê û Rûsyayê bertekên xwe derxistin holê û Rûsyayê bi vê yekê hewl da ku pêşiya nerazîbûnan bigre.