Li Tebqayê dagirkerî hate protestokirin
Li Tebqayê bi çalakiyên hatin lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê protesto kirin û ji NY daxwazin kirin xwedî li berpirsyartiya xwe derbikevin.
Li Tebqayê bi çalakiyên hatin lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê protesto kirin û ji NY daxwazin kirin xwedî li berpirsyartiya xwe derbikevin.
Çalakiya ku Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê lidarxistî, bi sedan şêniyên Tebqa, gundewarên wê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî bûn.
Di çalakiya li navçeya El-Mehmûdilî ya li bakurê Tebqayê hatî lidarxistin, alayên QSD, Yekîtiya Jinên Ciwan û Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê hate hildan, dirûşmeyên ji bo berxwedaniya QSD’ê û şehîdan berz kirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, Cîgira Hevserokatiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê Fatime El-Salih daxuyaniyek da. Di destpêka daxuyaniyê de sûcên dagirkeriya Tirk û hewldanên dagirkirina Eyn Îsayê û pêkanîna komkujiyên li pêş çavên cîhanê tên kirin, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin.
Her wiha diyar kir ku bi fedakariyên ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk di oxira tunekirina terorê de dane û hate teqezkirin ku heta rawestandina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê berxwedanê bidomînin.