Çeteyan li Efrînê 15 kes revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Biyê ya Şêrawaya Efrînê gelek sivîl revand.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çavkaniyeke ji gundê Biyê ya Şêrawa diyar kir ku çeteyên El Hamzat dora gund girtiine, nahêlin kês tekeve gund û derkeve û 15 sivîl jî revandine.

Hate diyarkirin ku Omer Hesen Xelo, Mûsa Elî, Nasir Omer, Hecî Îbrahîm, Seîd Ehmed, Rolat Seîd Ehmed, Îbrahîm Mûsa Elî, Cemal Behrî, Izet Behrî, Ehmed Mihemed Mehmûd, Mehmûd Sebrî Hemo, Mihemed Hesen Xelîl, Merwan Hecî Osman, Mihemed Mistefa Mamo, Mistefa Osman Mehmûd ji aliyê çeteyên El Hamzat û îstîxbarata Tirk hatine revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku li gund gelek sivîl hatine revandin lê ji ber ku îstixbarata dewleta Tirk dest danîne ser telefonên destan û dora gundan girtin, navê hin sivîlan bi dest xistine.

Hate diyarkirin ku gundê Basûfan jî di heman demê de hatiye dorpêçkirin.