HRE nasnameya şervanekî xwe eşerke kir
HRE’yê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê bi navê Ebdulhemîd Îsmaîl ku 9’ê Kanûnê di encama nexweşiyekê de şehîd ketibû, eşkere kir.
HRE’yê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê bi navê Ebdulhemîd Îsmaîl ku 9’ê Kanûnê di encama nexweşiyekê de şehîd ketibû, eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê li ser mijarê ev agahî parve kir: “Hevrêyê me Ebdilhemîd Îsmaîl, li roja 9’ê Kanûnê, di encama nexweşiyê de şehîd ket.
Hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl, rexmê temenê xwe yê mezin, li hemberî dagirkeriyê bê helwest nema û di sala 2019’an de tevlî refên me bû. Bi vê sekna xwe yê hêja û birûmet cardin îspat kir, bêyî ku mirov ji bo azadiyê têkoşîn bide, tu wateya jiyanê nîne. Bi vê nêzikatiyê ve bi azwerî û coşeke mezin tevlî kar û xebatan bû. Her tim bi sekna xwe yê kedkar ji bo rêhevalên xwe bû mînak.
Em di şexsê hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û soza azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe em cardin dubare dikin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameya şehîdê HRE’yê wiha ye:
Nav û Paşnav: Ebdilhemîd Îsmaîl
Navê Dayikê: Bedriye
Navê Bav: Mahmud
Cih û Dîroka Şehadetê: Şehba/ 9 Kanûna 2020