Tirkiye ya zeytûnên Efrînê didize, difiroşe derve!

Derket holê ku dewleta Tirk a zeytûnên Efrînê didize difiroşe welatên Ewropayê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zeyta gelê Efrînê didizin û bi rêya bazirganên Tirk zeytê li Efrînê kom dikin da ku bibin Tirkiyê û piştre jî zeytê derbasî dewletên Ewropa û Amerîkayê bikin.

Rêxistinê piştrast kir ku 90 hezar ton zeytên zeytûnê ya Efrînê bi rêya nûnerên Odeya Bazirganî û Çandiniyê ya Antakyayê ji DYA`yê re tê firotin.

Cîgirê hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa têkildarî mijarê axivî û got: “Tişta ku dewleta Tirk dike, ne sûcekî nû ye. Desteserkirina zeyta zeytûnan a gelê Efrînê sûcê li dijî mirovahiyê ye, ev yek jî wek dizîn û talankirina zeytê tê hesibandin, ji ber ku bêyî erêkirina gel çêdibe. Dewleta Tirk van kiryarên xwe li ber çavê cîhanê û civaka mirovî û navneteweyî dike. Kirîna vê zeytê ji hêla welatên rojavayî yan civakên biyanî ve wekî kirîna berhemên diziyê tê hesibandin û li gorî qanûnên navneteweyî kesên ku tiştê diziyê bikire, tên cezakirin."

Her wiha Mistefa bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahî û Meclîsa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku destwerdanê bikin da ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê rawestîne.