Di navbera QSD, Moskova û Şamê de lihevkirina li ser Eyn Îsayê

Li ser Eyn Îsaya ku ev hefteyek dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser zêde kirine, Hêzên Demokratîk ên Suriyeyê (QSD), Rûsya û hikumeta Şamê di navbera xwe de lihevkirinek kirin.

Li gorî çavkaniyên nûçeya ANHA’yê, di navbera fermandarên leşkerî yên QSD, Rûsya û hikumeta Şamê de, li Eyn Îsayê civînek hate lidarxistin.
Di civînê de, biryar hate dayîn ku wê li Eyn Îsa û derdora wê li 3 cihên cuda nokteyên çavdêriyê bên danîn. Diyar kirin ku wê nokteyên hevbeş ên çavdêriyê agirbesta heyî biparêzin û binpêkirinên dewleta Tirk bişopînin.
QSD’ê hetanî niha di berbarê lihevkirina mijara gotinê de daxuyaniyek fermî nedaye.