Cenazeyê şervanê HRE’yê Îsmaîl spartin axê
Şêniyên Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ebdulhemîd Îsmaîl, li navçeya Ûm Hoşo ya Şehbayê spartin axê.
Şêniyên Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ebdulhemîd Îsmaîl, li navçeya Ûm Hoşo ya Şehbayê spartin axê.
Bi sedan şêniyên Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Efrînê hatin gelhev û cenazeyê Şehîd Ebdulhemîd Îsmaîl ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, wergirt.
Di merasîma oxirkirinê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û got: “Şehîd Ebdulhemîd Îsmaîl ji bo azadiyê û ji ber ku zilm û zordestiya li ser gelê xwe qebûl nekir, şer kir û şehîd bû.”
Di merasîmê de endamê Meclîsa Kantona Şehbayê Mistefa Şakir jî axivî û qala girîngiya berxwedana ku şervanên HRE’yê kir û pêwîstiya şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî yên Sûrye yê piştrast kir.
Piştî axaftinên hatîn kirin, endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a kantona Şehbayê Umer Elo wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Piştre girseya gel cenazeyê şehîd bi karwanekî wesayîtan ber bi bajarokê Um Hoşê ve rê ket.