Li Cindirêsê çeteyên Tirk û malbatên wan bi hev ketine
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, çete û şêniyên ji Xûta Rojhilat hatine anîn, bi hev ketine. Tê gotin ku çeteyan gelek ji hev kuştine.
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, çete û şêniyên ji Xûta Rojhilat hatine anîn, bi hev ketine. Tê gotin ku çeteyan gelek ji hev kuştine.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku dagirkirî ye, çeteyên artêşa Tirk a dagirker û şêniyên Xûta Rojhilat ên li herêmê hatine bicihkirin, bi hev ketine.
Çavkaniyan diyar kirin ku di vî şerî de çekên giran jî hatine bikaranîn û çeteyan gelek ji hev kuştine.
Hate ragihandin ku çeteyên Tirk ên dagirker bi tankan sewqiyata leşkerî li herêmê kirine.