Li Eyn Îsayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin

Li Eyn Îsayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin

Bi hezaran şêniyên Girê Spî, Reqa û Kobanê li navçeya Eyn Îsayê kom bûn û bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Şêniyan bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê bidin rawestandin û xwestin bila li ser soza xwe bin.

Gel li Çerxerêya Şaredariyê ya li navçeya Eyn Îsayê hatin gel hev û ber bi baregeha Rûsyayê ya li navçeyê ve meşiyan.

Şêniyan dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk a dagirker, silavkirina şehîdan û berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) berz kirin, her wiha pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji bo dagirkirina Girê Spî”, “Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn”, wêneyên şehîdan, alên QSD’ê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger hildan.

Li pêşiya baregeha Rûsyayê, Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid axivî û diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî û bêdengiya Rûsyayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Eyn Îsayê, li wir kom bûne.

El-Ebid berxwedana QSD`ê ya ji bo parastina navçeyê li dijî êrişên dewleta Tirk silav kir.

Her wiha li ser navê êlên Reqayê Şêx Mihemed El-Sewan axivî û destnîşan kir ku şênî hemû bi QSD’ê re ne. El-Sewan dest nîşan kir ku sekna wan îro li navçeya Eyn Îsayê nîşaneya hevgirtina gelên herêmê ye û da zanîn ku ew van êrişan red dikin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn jî diyar kir ku gelên herêmê ji bo pêkanîna serkeftinê û rizgariya ji zordestiya Erdogan bi hezaran şehîd dane. Şahîn got hebûna dewleta Tirk a li ser axa Sûriyê ne rewa^ye û gelên Sûriyeyê çaranûsa xwe bi xwe diyar dikin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran bi berzkirina dirûşmeyan, diyar kir ku gelê Sûriyeyê yek e, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana QSDê silav kirin.